Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameya kurdî ‘Xwebûn’ dest bi weşanê kir

Rojnameya heftane ya kurdî ‘Xwebûn’ bi kadroyeke çalak dest bi weşanê kir. Xwediyê îmtiyazê Kadrî Esen bang li raya kurdî kir ku bi kurdî bixwînin û bidin xwendin

Rojnameya heftane ya kurdî ‘Xwebûn’ dest bi weşana kir. Rojname ji hêla komek rojnamegeran ve hatiye amadekirin û hejmara wê ya ewil ji çapxaneyê re hat şandin. Wê ‘Xwebûn’ li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî be û dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî derkeve. Destpêkê wê rojname ji 12 rûpelan pêk bê û paşê heke bivê wê hejmarên rojnameyê bên zêdekirin. Her wiha ji Kurdistana Federe, Îran, Sûriye, Qazaxistan, Ermenistan, Lubnan û Ewropayê jî gelek kes di rojnameyê de cih digirin. Di nav kadroya nivîskarên rojnameyê de Kejal Ehmed, Kakşar Oremar, Abdûllah Peşêw, Ehmed Huseynî, Kînyas Mîrzayev, Selîm Temo, Şener Ozmen jî heye.

Dê di rûpelên polîtîka, çand, jiyan, hevpeyvîn, ekolojî û aboriyê de nivîsên dosyeyî, lêkolînî, analîz hwd. cih bigirin. Armanca Xwebûnê ew e ku bi zimanekî xwerû, bi fikr û ramaneke dewlemend weşana xwe bike.

Zimekî xwerû rojnamegeriyeke xurt

Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen anî ziman ku Xwebûn ji ber pêdiviyekê derketiye holê û diyar kir ku armanca wan ew e ku derdorên civakê hemû xwe di rojnameyê de bibînin û vê yekê jî bi zimanekî xwerû û naverokeke xurt bikin.

Esen got ku dê hewl bidin bi Xwebûnê rojnamegeriyeke baş û xurt bikin û destnîşan kir ku heger Xwebûn baweriyekê bide xwendevanan wê bi ser bikeve û temendirêj be.

‘Çapemeniya alîgir çilmisî’

Di axaftina xwe de Esen destnîşan kir ku di serdemeke ku rojname hemû dişibin hev de tişta sereke rojnamevaniyeke rasteqîn e û da zanîn ku ji bo wan tişta girîng ew e ku li gor berpirsiyariya pîşeya rojnamegeriyê tev bigerin û vê berpirsiyariyê pêk bînin.

Esen diyar kir ku ji ber zext û zoriyên li ser azadiya fikr û ramanê, tişta niha tê kirin ew e ku ev pîşe neyê kirin û bi rê ve neçe û bi bîr xist ku ji ber vê niha 141 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Di berdewamê de Esen destnîşan kir ku ji ber ku çapemeniya muxalîf di rojnamegeriyeke rasteqîne de israr dike, çapemeniya di bin banê îktîdarê de jî bi manîpulasyonan tev digere.

Dê xwe bigihîne hemû kurdan

Esen destnîşan kir ku naxwazin qîma xwe tenê bi kurdên li Tirkiyeyê bînin, armanca wan xwe bigihînin tevahiya kurdan û got ku dê belavkariya wan jî li gor vê asasê bê kirin.

Her wiha Esen bang li raya giştî kir ku bi kurdî bixwînin û bidin xwendin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar