Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li hemberî guhertinên li herêmê divê kurd xwedî gotareke yekgirtî bin’

Rojnameger Hengaw Haşim û aktîvîst Raber Telet diyar kir ku kurdan di dîrokê de her tim ji ber avanekirina yekitiya xwe derb xwarine û têk  çûne. Axaftvanan got ku li herêmê guhertinên mezin çêdibin û divê kurd jî li çar parçeyan yekitiya xwe ava bikin, xwedî gotareke yekgirtî bin û di bin sîwana kongreya neteweyî de kar û barên xwe bimeşînin

Aloziya li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe. Statukoya li herêmê diguhere û Kurdistan bûye navenda şer. Pirsgirêka kurd jî êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî û kurd jî li gorî vê di nava hewldanan de ne. Têkildarî mijarê rojnamevan Hengaw Haşim û aktivîstê civaka sivîl Raber Telet ji Rojnewsê re axivîn.

Hengaw Haşim di serî de bal kişand ser dîroka gelê kurd û wiha got: “Ger em li dîroka gelê kurd binihêrin, em ê biibînin ku kurd her tim ji ber avanekirina yekitiya xwe ya siyasî û hikûmraniyê, derb xwarine û têk çûne. Hertim hinek hêzên siyasî yên kurd li şûna ku pişta hev bigirin, pişta xwe daye welatên din. Ev yek jî bûye sedem ku dijminên gelê kurd bikarin bi hêsanî êrîşî gelê kurd bikin û bigihin aramancên xwe.”

‘Hewcehî bi lidarxistina kongreya neteweyî heye’

Di berdewamê de jî Haşim da zanîn ku di vê serdemê de pêwîstiya kurdan bi lidarxistina kongreya neteweyî heye û wiha pê de çû: “Pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî yên kurd di bin sîwana kongreya neteweyî de kar û xebatên xwe bimeşînin. Her wiha divê hêzên siyasî bi yekgirtî li hemberî dijminên gelê kurd bisekinin.”

‘Dê li herêmê guhertinên mezin çê bibin’

Der barê mijarê de Raber Telet jî diyar kir ku niha ji her demê bêhtir pêdivî bi lidarxistina kongreya neteweyî û yekitiya kurdan heye. Telet destnîşan kir ku gelê kurd li herêmeke ku  rastî êrîşan tê dijîn û wiha derbirî: “Ji ber vê jî yekitî neçarî ye. Tê payîn ku li herêmê hem di hêla hêz û hem jî di ya erdnîgariyê de guhertinên mezin çêbibin. Ji ber vê jî yekitiya kurdan a li her çar parçeyan gelek girîng e.”

‘Divê kurd xwedî gotareke yekgirtî bin’

Herî dawî jî Telet ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurdan êdî bûye pirsgirêka cîhanê. Ji bo mînak, welatekê weke Amerîkayê girîngiyeke taybet dide pirsgirêka kurdan. Ji ber vê jî divê kurd xwedî gotareke yekgirtî bin û girîngiyê bidin yekitiyê. Astengiyên li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd jî divê ji holê bên rakirin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar