Hêzên Hevpeyamana Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê û hêzên asîmanî yên Iraqê li Xaneqînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêk anî. Di emcama êrîşê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Şevê din li navçeya Xaneqînê helîkopterên nenas stargehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Têkildarî mijarê fermandarê Lîwaya Mexawirî ya Supayên Iraqê Rûkîn Zerxam Ebdulxazî agahî dan û wiha got: “Êrîşa li dijî DAIŞ’ê bi hemahengiya navbera hêzên Hevpeymana Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê û hêzên asmanî yên Iraqê pêk hatiye.”
Ebdulxazî diyar kir ku di encama bombebaranê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Her wiha anî ziman ku ev demeke dirêje li ser operasyona hemberî çeteyan agahî tên komkirin û herî dawî duh bişev li derdora Xaneqînê operasyon hatiye destpêkirin. XANEQÎN