General Halîfe Haftar ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, dewleta tirk hişyar kir û got; ‘Hemû hedefên biguman dê werin îmhakirin.’
Serokwezîrê Hikûmeta Navendî ya Trablûsê Fayez El Sarac di roja pêncşemê de diyar kiribû ku wan piştgiriya leşkerî ya dewleta tirk qebûl kirine. Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Haftar têkildarî mijarê ji Afrîcannewsê re axivî û got: “Dixwaze bila Tirkiye, dixwazî jî bila welatên din bin, em hemû welatan hişyar dikin. Hemû hedefên biguman dê werin îmhakirin.”
Di navbera Enqere û Trablûsê de peymaneke leşkerî hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê, dewleta tirk hewl dide hebûna xwe ya leşkerî ya li Lîbyayê zêde bike. Hêzên Haftar diyar dikin ku Tirkiye ji zû de ye, hêzeke leşkerî didin hêzên Trablûsê. Hêzên Haftarê di meha hezîranê de daxuyaniyek dabûn û destnîşan kiribûn ku dê li berjewendiyên tirkan bidin.
Hêzên nêzî Haftar, di roja şemiyê de daxuyandin ku wan li rojhilatê Lîbyayê dest danîne ser keştiyeke bar a dewleta tirk.