Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Dewleta tirk û çeteyên wê bi çekên giran qadên sivîlan hedef girtin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî qadên sivîlan ên li gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê kirin. HSD’ê da zanîn ku di êrîşan de ziyanên mezin gihiştin mal û milkê gelê herêmê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên di roja dawî de li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

HSD’ê da zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran û bi piştevaniya balafirên bêmirov êrîşî qadên sivîlan ên li gundên Erîşa û Salihiyê yên Til Temirê kir. HSD’ê diyar kir ku di encama van êrîşan de ziyanên madî gihîştin gelek zevî û malên welatiyên sîvîl. HSD’ê destnîşan kir ku komên çete li derdora gundê Til Mihemed jî bi çekên giran êrîş kir.

Bi çekên giran êrîşî herêmê kirin

Di berdewamê de jî HSD’ê daxuyand ku komên çete yên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran û hewanan êrîşî herêmên sivîlan ên li derdora gundê Bab El Ferec ê Zirganê kir. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Artêşa tirk a dagirker bi çekên giran herêmên sivîlan ên li derdora gundê Tîna yê Eyn Îsa yê kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin zevî û mal û milkên welatiyên herêmê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar