Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken piştî ku îfadeya wan a li Şaxa TEM’ê ya Amedê bi dawî bû, îro sewqî edliyeyê kirin
Hevşaredarên Sûr a Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekîn, Cemal Ozdemîr û endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken ku di 20’ê kanûnê de hatibûn binçavkirin, biribûn Şaxa TEM’ê ya Amedê.
Hat zanîn ku piştî lêpirsîna hevşaredaran û Eken bi dawî bû, îro sewqî edliyeyê kirin. Tê payîn ku li dozgeriyê îfade bidin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojek piştî binçavkirina hevşaredarên Sûrê, wezareta karên hundir li Şaredariya Sûrê qeyûm tayîn kiribû. AMED