Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, beriya civîna Meclisa Jinan a HDP’ê axivî. Buldan diyar kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê di tûrikê wan de ne teslîmiyet, berxwedan û têkoşîn heye. Her wiha Buldan bal kişand ser tecrîdê û got ku pirsgirêka herî mezin neçareserkirina pirsgirêka kurd û domandina tecrîdê ye
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan beriya lidar xistina civîna Meclisa Jinan a HDP’ê, der barê geşedanên di rojevê de axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Buldan jinên di dorpêç û qedexeya bajaran de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: “Dibe ku hûn di nava me de bi awayekî fîzîkî tune bin lê hûn bi biryar, bawerî, têkoşîn û fikra xwe di nava me de ne.”
Buldan diyar kir ku hefteya borî salvegera qedexeya derketina kolanan bû û ev tişt anî ziman: “Me demek tarî derbas kir. Bi taybetî ez dixwazim balê bikişînim ser Dayika Taybet. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li erdê ma. Dîsa dema Melek li ser sifrê bû guleya hawanê lê ket û hat kuştin. Endama Meclisa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA’yê Fatma Uyar, Asya Yuksel û hemû kesên di qedexeyan de hatin kuştin bi bîr tînim. Em baş zanin ku rêya me dirêj e. Têkoşîna me bi îdia û biryar e. Di vê têkoşînê de her dem komkujî pêk hatiye û niha jî didome.”
Bal kişand ser kuştina jinan
Di berdewama axaftina xwe de Buldan bal kişand ser kuştina jinan û wiha pêde çû: “Di serdema AKP’ê de cînayet û kuştina jinan tu carî neqediya. Li hemberî vê yekê tu carî polîtîkayên tedbîran jî nehat girtin. Ev jî bêtir dibe sedema ku tundî zêde bibe. Bêtir kuştin zêde bibe. Dîsa bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartina jinê asteng dike û mafê wan ê siyasetê xesp dikin. Li aliyê din li dijî pergala hevserokatiyê tundiya siyasetê dikin. Bi ser mala hevşaredarên me yên jin de digirin û çekan dixin serê wan. Mînaka herî dawî bi ser mala hevşaredara me ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn de girtin û çek xistin serê wê û kurê wê yê 10 salî. Hemû hevşaredarên me bi vê rêbazê tên binçavkirin û bi awayekî neheq tên girtin. Dîsa li Geverê polîs û leşkeran bi ser mala Fahrîye Gurbuz de girtin û di serdegirtina malê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Gelek êrîş hene. Tundî gelek zêde heye. Sedemek vê yekê heye. Ji ber ku AKP pir zêde ji jinê ditirse. Ji ber ji têkçûnê ditirse.”
‘Li dijî tecrîdê daxwaza jinan bi watedar e’
Buldan di dawiya axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Di krîza aborî de yên herî zêde mafê wan tê binpêkirin û keda wan tê xwarin jin in. Yê herî zêde qîmeta jiyan û jiyandinê zanin jin in. Ji ber ku jin diafirînin. Yên herî zêde dizanin ku herî zêde pêdiviya welat ji aştiyê heye dîsa em jin in. Îro pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd û tecrîd e. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de xwest bi rêya aştiyê û diyalogê pirsgirêkê çareser bike. Di vê mijarê de daxuyaniyê jinan ên piştgiriyê dide daxwaza Ocalan di cih de ye û watedar e. Di tûrikê me de teslîmiyet tune. Di tûrikê me de têkoşîn û berxwedan heye. Em wekî Meclisa Jinan a HDP’ê carek din diyar dikin ku em dê rola xwe bilîzin û mohra xwe li têkoşînê bidin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” ENQERE