Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Welatiyên Gemiyanê: Erdogan dixwaze temamiya Kurdistanê dagir bike

Aktîvîst û welatiyên Germiyanê diyar kirin ku dewleta tirk û Erdogan dixwazin desthilatiya Osmaniyan vejînin û Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Her wiha destnîşan kirin ku şandeya MÎT’ê ya hatiye Başûr, hewl dide xebatên ji bo yekitiya neteweyî têk bibe

Li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî û sîxuriyê yên dewleta tirk hene. Li hêlekê dewleta tirk bênavber deşt û çiyayên Başûr bombebaran, topbaran û dagir dike, li hêla din jî bi rê û rêbazên cuda hewl dide di hêla siyasî, aborî û civakî de li Başûr xwe mayînde bike. Tevî vê yekê, demek berê şandeyeke ji berpirsiyarên leşkerî, MÎT û endamên Konsolosxaneya dewleta tirk a Hewlêrê, li başûrê Kurdistanê bi gelek partî û rêxistinên Başûr re hevdîtin kirin. Têkildarî mijarê aktîvîst û welatiyên Germiyanê ji Rojnewsê bi Botan Germiyanî re axivîn.

Der bar ê mijarê de aktîvîst Simko Sabîr anî ziman ku ji dema Osmaniyan ve çavên desthilatdarên tirk li erdnîgariya Kurdistanê ye û wiha got: “Xwestin gelê kurd û xaka Kurdistanê bixin bin hukmê xwe. Ji bo vê jî qirkirinan dikin. Niha jî Erdogan ketiye heman xewnê û dixwaze desthilatiya Osmaniyan vejîne. Li Rojava bi hinceta YPG û PYD’ê, li Başûr jî bi hinceta PKK’ê êrîşan dike. Erdogan ji parçebûna partî û hizbên kurd sûd digire. Ger rê li ber neyê girtin, dê her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike. Her wiha hatina MÎT’ê ya Başûr, ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd metirsiyeke. Ji bo xwîna şehîdên me vala neçe û em rastî ezmûnên tehltir neyên, divê em yekitiya xwe ava bikin.”

‘Hinek kurd ji dagirkeran re rê vedikin’

Xwendekarê zanîngehê Mihemed Salih jî bi lêv kir ku bi Peymana Sykes Picotê re ku xaka Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye parçekirin. Salih diyar kir ku Erdogan jî niha ji bo li herêmê guhertinan bike di nava hewldanan de ye û wiha domand: “Aşkera ye ku hinek desthilatdarên kurd jî jêre dibin pêşeng. Çi di aliyê aborî, çi siyasî û çi jî di aliyê leşkerî de rê li ber dewleta tirk xweş dikin.”

Armanca hatina MÎT’ê ya li Başûr

Welatiyê bi navê Alan Ehmed jî anî ziman ku dewleta tirk li ser navê herêma bi ewle, dixwaze rojavayê Kurdistanê dagir bike û wiha bi dawî kir: “Piştre jî dê başûrê Kurdistanê dagir bike. Kongreya neteweyî babeteke girîng e û pêwîst e niha li hemberî dagirkeriyê were lidarxistin. Her wiha armanca hatina artêşa tirk û komên MÎT’ê ya li ser xaka Başûr, hewldaneke li dijî yekitiya neteweyî ya kurd e.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar