Komeke êrîşkar bi çekan êrîşî Gerînendetiya Bazirganiyê ya Tebqayê kir. Di êrîşê de 2 nobedaran jiyana xwe ji dest dan û karmendek jî birîndar bû
Komeke êrîşkar îro li dijî Gerînendetiya Bazirganiyê ya Komîteya Aboriyê ya Tebqayê êrîşeke çekdarî pêk anî. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de 2 nobedarên gerînendetiyê jiyana xwe ji dest dan û karmendek jî birîndar bû. Karmenda birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li vê yekê, Buroya Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn qada êrîşê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.
Têkildarî êrîşê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin. TEBQA