Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kongreya YNK’ê

Piştê 10 salan YNK kongreya partiya xwe pêk anî. Dema ev nivîs dihate nivîsandin kongre dewam dikir. YNK kongreya xwe ya dawî di sala 2010’an de pêk anî bû. Gerek di sala 2013’yan de careke din kongreya xwe ya asayî pêk baniya. Lê ji ber nakokiyên navxweyî û perçebûyîn, kongre pêk nehat. Gelek caran biryara kongreyê hatiye dayîn û dîroka wî hatibû tayînkirin, lê ji ber nakokiyên navxweyî kongre betal dibû. YNK partiyek kurdistanî ye û di nava bajarê Silêmaniyê de teng maye. Dema di sala 1975’an de hate avakirin wek yekitiyek hate avakirin. Ev yekitî ne yekitiyek neteweyî bû. Yekitiya di navbera hizba û kesayetiyan de bû. Yê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê anîbû cem hev ne îdeolojîk û fikrek xurt bû. Partî li derdora fikr û îdeoljiyê nehatiye avakirin. Li derdora kesan û eşîr û hizban hatibû avakirin. Belê partiyek kurdistanî û neteweyî û dîsa xwe wek partiyêk çepgir û sosyalîst pênase dike. Pergala partiya xwe jî wek pergalên partiyên çep û sosyalîst ava kirine. Bi modela Sekreteriya ya Giştî tê birêvebirin. Mam Celal heta ku jiyana xwe ji dest da Sekreterê Giştî yê YNK’ê dikir. Lê piştî wefat kir ev Sekreteriya Giştî vala ma û kongre nehat çêkirin. Mam Celal hem di nav YNK’ê de fîgurek siyasî yên xurt bû. Di nav partiya xwe de gelek kesayetî, eşîr û hizbên din hebû û bi hev re birêve dibir. Tenê Noşîrwan Mistefa ji YNK’ê veqetiya û Tevgera Goran ava kir. Bi avakirina Goran re YNK hinek qels bû. Piştî nexweşiya Mam Celal û wefat wî hîn kesayetiyên din jî ji YNK’ê veqetiyan û partî û hizban ava kirin. Ji ber vê yekê jî kongre pêk nedihat.

A niha tê gotin ku YNK di nav xwe de yekitiyek ava kiriye û hêj diçe kongreyê. Her du rojên kongreyê de jî ev yek xwe dida xuyakirin. Tu rewşek, nîqaşek awarte derneket. Wiha xuya bû ku li ser gelek xalan bi hev kirine. Di kongreyê de hin sazî û dezgeh hatibûn avakirin û ji bo van sazî û dezgehan hilbijartin hatin çêkirin. Kosret Resul ku piştî Mam Celal wek sekreterên yekemîn dixebitî, bû Serokê Saziya Siyasî ya Bilind. 8 kes jî pê re hatin hilbijartin û dê alîgirî pê re bixebitin. Wiha xuyaye ku ev sazî wek saziyek manevî hatiye avakirin. Wekî din Saziya Serokatiyê hate avakirin û di vî saziyê de jî Kubat Talabanî, Behrem Salih û Rewaz Faîk hatin hilbijartin. Ev sazî ji wek saziyek rêveberî tê xuyakirin. Wê Sekreterê Giştî were hilbijartin an newe hilbijartin hêj ne diyar bû. Li ser vê mijarê nîqaş hebûn. Wiha xuya ye ku sere YNK’ê tevlihev e. Hem ji saziyan diyar e, hem jî ji hilbijartinên saziyan diyar e.

Li Rojhilata Navîn, bi taybet her çar perçeyê Kurdistanê şerek dijwar tê meşandin. Dewleta tirk bi hovane êrîşî hemû destkeftiyên kurdan dike. Ji ber van sedeman yekitiya gelê kurd mijara sereke ye. Lê wiha xuya ye ku dê ev kongreya YNK’ê ji bo polîtîkayên giştî yên Kurdistanê nikaribe tu biryaran bigire. Tenê armancek vî kongreyê heye ew jî parastina yekitiya partiye ye. Lê dê ev yek bibe an nebe, ev jî ne diyar e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar