Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Bêdengiya partiyan dagirkeriyê zêde dike’

Welatiyên Herêma Germiyan li dijî dagirkeriyê bang li aliyên siyasî kirin da ku yekitiya xwe ava bikin. Welatiyan diyar kirin ku sedema dagirkeriya dewleta tirk ji bêdengiya partiyên Başûr bi taybetî jî ji bêdengiya YNK û PDK’ê diqewime

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta tirk bi dehan baregehên leşkerî di nava xaka başûrê Kurdistanê de avakirine û rojane xelkê sivîl bombebaran dike. Li ser vê mijarê welatiyên herêma Germiyanê axivîn û diyar kirin ku bêdengiya partiyên li Başûr dibe sedema zêdebûna dagirkeriya li herêmê.

Welatiyê bi navê Kameran Mecîd da zanîn ku erkê hikûmea Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî û hizbên başûrê Kurdistanê ew e ku leşkerên tirk ji nava xaka Başûr derbixin û bang li hemû aliyên peywendîdar kir da ku ji bo bidawî kirina dagirkeriya dewleta tirk gavên cidî biavêjin.

Kameran anî ziman ku mixabin her dr hizbên desthilatdar ên Başûr hemberî dagirkeriya dewleta tirk bêdeng in û destîşan kir ku bêdengî, sedemê dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye.

Welatiyê bi navê Germiyan Ehmed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Ehmed diyar kir ku ji ber berjewendiyên YNK û PDK’ê bi Tirkiyeyê re heye, ketine bin bandora Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiye jî vê yekê weke derfetek bikartîne û cihê dixwaze lê bicih dibe.

Her wiha Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku di nava aliyên siyasî de yekdengiyek nîne, dewleta tirk dagirkeriya xwe li ser xaka Başûr dewam dike. Her ku diçe dewleta tirk hebûna xwe dirêj dike û xaka Başûr ji bo planên xwe bikartîne. Ji bo vê bêdengî metirsiyek mezin bi xwe re tîne.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar