Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Nobedarên vê hefteyê jin in

Jinên endamên TJK-E’yê çalakiya nobedê ya vê hefteyê ya ji bo azadiya Ocalan dewr wergirtin û destnîşan kirin ku dê dîlgirtina Ocalan tu carî qebûl nekin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê, di hefteya 392’an de ye.

Tevî ku hewa sar û serma ye kurdistanî her hefte ji bo azadiya Ocalan ji serê sibehê heta êvarê li ber avahiya Konseya Ewropayê di nobedê de ne. Nobedarên vê hefteyê 5 jin ên ji Komîteya Civakî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ne. Di daxuyaniya komê de hate ragihandin ku wê dîlgirtina Ocalan tu carî qebûl nekin û bang li Konseya Ewropayê û CPT hate kirin ku xwe bêdeng, kerr û lal nekin.

Komê bi bîr xist ku heft sal û nîv in ji bo azadiya Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê ew di nobedê de ne û destnîşan kir ku çalakiya wan bi biryardarî dewam dike. Çalakgeran ragihandin ku dewleta tirk di demekê de ku komkujiyê li gelê kıurd dike, tecrîda li dijî Ocalan jî giran dike û hesasiyeta pêvajoyê bi bîr xistin.

Ji bo xwedîderketina li Ocalan banga kirin

Di daxuyaniyê de bang li mirovahiyê hate kirin ku di mijara azadiya Ocalan de baldar bin û hate gotin ku Ocalan parêzvanê demokrasî û aştiyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê. Her wiha hate destnîşankirin ku divê her kes li dijî siyaseta qirêj a li dijî gelê kurd û Rêberê wan tê kirin rawestin û wiha hat gotin: “Li gel hewa sar e jî gelê kurd û jinên kurd mîna ku li gel Rêberê xwe ne bi kelecan û dîsîplîneke mezin li çalakiyê dibin xwedî. Em di vê nêzîkatiyê de şoreşê û rizgariyê dibînin.”

‘Heta kengî hûnê xwe ker, kor û lal bikin’

Çalakgeran bi tundî li ber cezayê ‘dîsîplînê’ rabûn ku ev yek tecrîdkirina Ocalan di nava tecrîdê de ye û gotin ku ev yek nîşan dide ku dewleta tirk li pêşberî vê îradeyê têk diçe.

Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) dan û wiha bi dawî kirin: “Em ji van saziyan re dibêjin; hûn ê heta kengî xwe ker, kor û lal bikin. Sebra me jî heta astekê ye.”

Ji sala 2012’yan ve didome

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ji 25’ê Hezîrana 2012’yan û vir ve bênavber dewam dike. Her hefte komek ji kurdistanî û dostên wan ên ji bajarekî cuda yê Ewropayê tev li çalakiyê dibin. Ji saziyên jinan ên TJK-E’yê jî herî kêm mehê carekê komek tev li dibe. STRASBOÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar