Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girtin û hundirê malekî vedan

Leşkeran bi ser mezraya Bûrmataş a Kanîreşê de girt û di bin navê ‘lêgerînê’ de tundiyê li jinan kirin, telefonên wan şikandin û bi hinceta ku ‘kamp heye’  hundirê malekî vedan

Leşker û tîmên taybet, di 21’ê kanûnê de bi hinceta ku ‘kesên lêgerîna wan hene’ bi ser mezraya Bûrmataş a girêdayî gundê Hasanova yê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê de girtin. Leşker û tîmên taybet ku bi maşîneyên zirxî çûne mezraya 15 malî, derdora wê girtine û dorpêç kirine.

Gundiyan serboriya xwe ya dema lêgerînê de vegotin û diyar kirin ku di bin navê ‘lêgerînê’ de leşkeran hemû amûrên li malên wan ji hev xistine û xesar dane wan. Leşkerên ku di lêgerînan de tiştekî nedîtin, nava mala Zekî Sayak (85) ku cezayê wê hatibû erêkirin, bi hinceta ku ‘kamp heye’ vedan. Gundiyan destnîşan kir ku dema jinan bertek nîşanê vê yekê daye, leşkeran tundî û heqaretê li wan kirine û li wan dane. Leşkeran di lêgerînan de lihêfan jî ji hev xistine û nava wan kontrol kirine. Gundiyan diyar kir ku leşkeran timik ji wan pirsiye ku kesên li wan digerin li gund hene û pirsa wan kirine û ev bersiv dane wan: “Me jî got li gund najîn. Jixwe ji ber zextan kes li gund nemaye. Tenê jin, zarok û çend extiyar mane. Zarok ji tirsan diricifîn û digiriyan. Zanibûn ku kesê li wan digerin li gund nînin. Tenê ji bo îşkence li malbatan bikin bi ser gund de girtin.”

Gundiyan da zanîn ku leşkeran destpêkê telefonên çend kesan desteser kirine û paşê şikandine.

 Zexîreyan rêjandin

Gundiyan destnîşan kir ku ji ber ku gundê wan çiyayî ye û zivistanê çûn û hatin zehmet e û zexîreya xwe ya zivistanê zû digirin û ev tişt gotin: “Zexîreyên me rêjandin erdê. Em ê vê zivistanê çawa bikin? Zanibûn ku kesên li wan digerin ne li vir in. Gef li jinan xwarin û diyar kirin ku heke kesên li wan digerin neyên dê careke din bi ser gund de bigirin û dev ji wan bernedin.”

Banga lêkolînê kirin

Gundiyan herî dawî daxwaz kirin ku tiştên ku li gund hatine di cih bên lêkolînkirin û ji bo vê yekê bang li rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran kirin. ÇEWLIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar