PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye

Hevserokê HDP’ê Sezaî  Temellî  diyar kir ku dem hatiye ku ew vê desthilatdariya heyî hilweşînin û bibin alternatîf

Meclisa Partiyê ya HDP’ê ji bo nirxandina rewşa dawî û amadekariyên 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ku dê di sala 2020’î de pêk were û ji bo civîna dawî ya salê li Navenda Giştî ya HDP’ê li hev kom bû.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di destpêka civînê de têkildarî geşedanên heyî axivî û wiha got: “Li dijî desthilatdariya li Tirkiyeyê me hêza xwe ya muxalefetê nîşan dan û alternatîfek destnîşan kir. Dem hatiye ku em vê alternatîfê ava bikin û veguherin alternatîfa desthilatdariyê. Bi ve biryardariyê em ê dema bê têkoşîna xwe li gel hev dewam bikin. Em pê piştrast in ku HDP wê dema bê li Tirkiyeyê ji bo gelan, kedkaran û jinan bibin yekane alternatîf, bibe alternatîfa desthilatdariyê. Wê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn biguherîne. Wê aştiya bi rûmet a ku hesreta me ye, wê komara demokratîk biafirîne û ji bo vê bibe hêza herî mezin.”

Temellî destnîşan kir ku dem hatiye ew dawî li desthilatdariya heyî bînin û ev tişt anî ziman: “Ev sîstema ku jê re ‘Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê’ dibêjin ne ya dewamkirinê ye. Divê dawî li vê sîstemê bê anîn. Ev sîstem li dijî îradeya jiyana bi hev re, li dijî çanda vê xakê û civaka Tirkiyeyê ye. Ev sîstem civakê ji hev cuda dike, xwe ji dijminatiya gelan, ji dijminatiya li kurdan xwedî dike.”

‘Li dijî civakê şer ragihandin’

Di axaftina xwe de Temellî da zanîn ku hêzên desthilatdar nikarin rêveberiyê bikin û wiha domand: “Lewma tundî ji xwe re kirine amûra yekane. Desthilatdariya heyî vê tundiyê li dijî civakê bi kar tîne û li dijî civakê şer ragihandiye. Li dijî kurdan, jinan, kedkaran, li dijî xwezayê şer ragihandiye.”

Temellî diyar kir ku referansa bingehîn a bêhiqûqiyê bêguman tecrîde û got ku heta tecrîd hebe dê bêhiqûqî jî berdewam bike.

Ji bo hilbijartina pêşwext û kongreyê bang

Temellî bi bîr xist ku wan bang ji bo hilbijartina pêşwext kiriye û wiha pêde çû: “Dema ku me ev bang li Tirkiyeyê kirin, me hewl dan ji civakê re bêjin ku ev yek ne tenê daxwazeke ji bo hilbijartinê ye. Pêwîstiya me ji nû ve bi guhertina sîstemê heye. Em pesnê ya berê nadin, belê divê sîstem bê guhertin, lê belê ne bi navê dubarekirina ya berê. Divê em sîstemeke ji feraseta jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ji feraseta komara demokratîk û îradeya bi hev re ava bikin. Hilbijartin wê bibe dawiya jiyana wan a siyasî.”

Her wiha Temellî anî ziman ku HDP kongreya xwe ya mezin pêk tîne û bang li gelan, jinan, kedkarên Tirkiyeyê kir ku vê pêvajoyê bi hev re bi rê ve bibin û Tirkiyeyê ji vê desthilatdariya zordar rizgar bikin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar