Piştî pevçûna li çoltera navbera Dêrik û Şemrexê qewimî 8 welatî hatibûn binçavkirin û piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku bijîşk rapora îşkenceyê nedaye welatiyan
Li çoltera navbera gundê Şêba Jêr a girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê û gundê Şêbê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê di 17’ê kanûnê de Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihandibû. Piştî biryara qedexeyê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de pevçûn qewimî bû.
Piştî pevçûnê welatiyên bi navê Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgîn, Nezîr Demîr, Bedrettîn Ozge, Aydin Ozdorak, Sînan Daniş û Ahmet Yapici ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin. Welatiyan 7 roj şûn ve derxistin Dadgeha Mêrdînê û îfade dan dozgeriyê. Dozgeriyê bi serbestiya kontrola edlî welatî sewqî dadger kir û dadger jî bi heman biryarê welatî berdan.
Îşkence li welatiyan hatiye kirin
Hat zanîn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de îşkence li welatiyan hatiye kirin û dema birine nexweşxaneyê jî bijîşk rapora îşkencekirinê nedaye wan. Hat diyarkirin ku di binçavan de pirsa “’Haydar nas dikin?’ ji welatiyan kirine û bi daran li welatiyan dane. Parêzeran got ku ew ê li dijî îşkenceya li welatiyan hatiye kirin dê gilî bikin.
Welatî ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin bê tomarkirin derbasî Amedê bûn û serî li Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) dan.
3 cenaze hêj li morgê ne
Her wiha cenazeyê 4 kesan ku tê gotin endamên HPG’ê ne ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku yek ji van cenazeyan aîdî Servet Demîr e. Malbata Demîr cenazeyê zarokê xwe wergirt û bir li Êlihê veşart. Hat zanîn ku nasnameya her sê cenazeyên din nehatiye aşkerakirin û li morgê tên rawestandin. MÊRDÎN