Konseya Navendî ya TTB’ê beriya danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli li Amedê kom bûn û xwestin Mizrakli serbest berdin
Odeya Tabîban a Amedê, beriya danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ya ku sibê bê dîtin li avahiya odeya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Parlamenterê SP’ê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, Parlamenterê HDP’ê Nejdet Îpekyuz, Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman, Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Endam û nûnerên TTB, KESK’ê yên Amedê, DÎSK û gelek sendîkayên din û nûnerê KKP’ê amade bûn. Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Sînan Adiyaman, daxuyanî da û xwest Hevşaredarê Amedê Dr. Adnan Selçuk Mizrakli serbest bê berdan. Adiyaman anî anî ziman ku bi boneya doza Mizrakli bişopînin û li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin li vir in. AMED