Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Yekitiya kurdan ji êrîşan gelek bihêztir e’

Rûspiyên eşîrên kurd ên Kobanê diyar kirin ku divê hemû partiyên kurd ên li welat û derveyî welat di navbera xwe de diyalogê bipêş bixin û li dijî dagirkeriyê rawestin. Rûspiyan bi lêv  kir ku yekitiya kurdan ji êrîşên dagirkeriyê bihêztir e

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re, ji gelek derdorên cuda yên gelê kurd bangawaziyên avakirina yekitiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê tên kirin. Bi zêdebûna bangawaziyan, aliyên siyasî jî têkildarî mijarê lez dan xebatên xwe. Der barê mijarê de rûspiyên eşîrên kurd ên Kîtîkan û  Bîşaltî yên ji Kobanê bi ANHA’yê re axivîn.

Ji rûspiyên eşîra Kîtîkan Izedîn Oskelî têkildarî mijarê anî ziman ku cara yekemîne li herêmê hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê di bin banê projeyeke siyasî demokratîk de ava dibe û wiha domand: “Bi salane rêzgirtina ji cîrantiyê, erka eşîrên herêmê ye. Lê dewleta tirk tu rêz negirt, berovajî wê komkujî pêk anîn, gelê Sûriyeyê koçber kir û xaka wan dagir kir.”

‘Gelê kurd êdî mîna berê nîne’

Di berdewamê de jî Oskelî da zanîn dewleta tirk gelê kurd weke ‘terorîst’ pênase dike û wiha pê de çû: “Fikr û kirinên dewleta tirk ji dîrokê ve her tim qirêj e. Kurd êdî mîna berê nînin. Dikarin bi pêkhateyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bersiva êrîşan bidin. Ez bang li partî û kesayetên kurd ên li derveyî welat dikim ku bi asta xetereya li dijî gelê bihesin û hişê xwe bînin serê xwe. Bila pêwendiyên navxweyî xurt bikin da ku hewldanên dewleta tirk ên ji bo parçekirina kurdan vala derxînin.”

‘Hevgirtina kurdan ji êrîşan bihêztir e’

Endamê Meclisa Rûspiyan û rûspiyê eşîra Bîşaltî Henîf Ismet jî der barê mijarê de nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ferqa ku encamên ji aliyê hevgirtina kurdan a bi hemû partiyên ve derketin û encamên ji parçebûna hêzên siyasî derkevin mezin e. Hevkarî û helwesta kurdan a bi hev re, ji êrîşên derve bihêztir e. Divê gelên herêmê li dijî hewldanên dewleta tirk ên ji bo xistina fitneyê di navbera eşîrên kurd û ereb de hişyar bin. Projeya jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê, Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de, ji bo dewelta tirk kabûseke.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar