Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyên ku hatin derbkirin gilî kir lê dadgehê li wan ceza birî

Girtiyên bi navên Mehmet Sayilgan û Îdrîs Işik dema ku sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin kirin, lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û wan jî red kir. Li ser vê yekê gardiyanan îşkence li girtiyan kir û girtiyan jî giliyê gardiyanan kir. Dadgeha giliyê girtiyan red kir û salek û 5 meh ceza li girtiyan birî. Dadgeha îstînafê jî ceza erê kir

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bênavber didomin. Binpêkirinên weke derb, îşkence, lêgerîna tazî, cezayê hucreya yekkesî û hwd. êdî çend ji van binpêkirinên rojane ne.

Di çarçoveya van binpêkirinan de girtiyên bi navên Mehmet Sayilgan û Îdrîs Işik dema ji Girtîgeha Mûşê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê dihatin kirin, lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Lê girtiyan ev ferzkirine red kir. Li ser vê yekê jî ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin. Ji ber îşkenceya ku li girtiyan hatiye kirin, girtiyan serî li dadgehê da û giliyê gardiyanan kir.

Dadgeh xwedî li îşkencekaran derket

Dadgeh giliyê girtiyan red kir. Lê dadgeh tenê bi vê jî nema, di heman demê de bi îdiaya ‘Peywira karmendan asteng kirine’ û ‘Heqaret li karmendên dewletê kirine’ doz li girtiyahn vekir. Li girtiyekî salek û 5 meh ceza birî. Di biryara xwe de dadgehê îdia kir ku girtiyan heqaret li gardiyanan kiriye û biryara xwe jî li gorî qeyda sicîlê ya girtiyan daye. Heman dadgehê ji bo girtiyan pênaseya ‘Kesên nayên islehkirin’ kir.

Dadgeha îstînafê jî ceza erê kir

Li ser vê bêhiqûqiyê, parêzerên girtiyan serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê da. Dadgeha îstinafê jî diyar kir ku tiştekî derhiqûqî nîne û serlêdana parêzeran red kir. Bi vê yekê re jî cezayê li girtiyan hatiye birîn erê kir. Parêzeran serî li Dadgeha Bilind da. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar