Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Muzîkvan Qulîzade bi sêtara xwe kolanên Silêmaniyeyê dixemilîne

Muzîkvanê kolanan Hisên Qulîzade ji rojhilatê Kurdistanê ye. Qulîzade rojane li kolanên Silêmaniyeyê bi sêtara xwe bi kurdî û farisî distrê. Qulîzade hewl dide ku bi mamosteyên muzîkê re bixebite û bêhtir hînî muzîka kurdî bibe

Hisên Qulîzade ku 38 salî ye, ji rojhilatê Kurdistanê ye û muzîkvanekî kolanan e. Hesen mehek berê bi sedema ku li Îranê heqaret li muzîkvanên kolanan tê kirin û wan dixin zindanan, berê xwe da başûrê Kurdistanê. Qulîzade li Silêmaniyeyê bi cih bû.

Qulîzade bi roj li ber Baxê Giştî û bi şev jî li cadeya Seholeke ya Silêmaniyeyê bi amûra xwe ya bi navê sêtar awazên xwe yên kurdî û farisî distrê. Qulîzade gelê Silêmaniyeyê jî weke ‘hunerdost’ pênase dike û keyfxweşiya xwe tîne ziman. Qulîzade têkildarî mijarê ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axivî.

Muzîkvan Qulîzade dibêje ku ev 25 sal e bi muzîkê re mijûl dibe û 4 sal in jî vê hunera xwe li kolanan didomîne. Qulîzade wiha domand: “Li Îranê hunermendên wekî me yên entrûmentalîst pir rastî heqaretan tên. Tên girtin û sewqî dadgehan tên kirin.”

Stranên hunermendên kurd distre

Tevî sêtarê, Qulîzade her wiha li keman û tarê jî dide. Rojane 4 heta 5 saetan li kolanên Silêmaniyeyê li sêtarê dide. Piraniya stranên ku Qulîzade distrê jî yên Hesen Zîrek, Mihemed Mamlê, Nasir Rezazî, Mezherî Xaliqî û car caran jî awazên hunermendên rojavayê Kurdistanê ne.

Dixwazî hînî muzîka kurdî bibe

Herî dawî jî Hisên Qulîzade wiha dibêje: “Dema hatim Silêmaniyeyê tu kom û saziyên hunerî ji bo min pêşniyar nekirin. Dixwazim sala tê li cem çend mamosteyan bixebitim û hîn bêhtir hînî muzîka kurdî bibim.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar