HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî qadên sivîlan herêmên Serêkaniyê, Til Temir û Eyn Îsayê kirin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn. HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker ji bo êrîşên nû hêzên xw vediguhezînin herêmê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên roja 77’an a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteye wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û binpêkirinên xwe yên bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û valakirina herêmên sîvîl didomînin. HSD’ê destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta tirk li dijî gundên Til Hirmil, Um Şeîfa, Ebdilhey û derdorên wê yên di xeta Til Temir û Serêkaniyê de êrîş pêk anîn. HSD’ê da zanîn ku hêzên dagirker herêm bi dijwarî topbaran kir û di encamê de ziyanên madî gihîşt milkên welatiyên sivîl.
Welatiyên herêmê koçber bûn
Di berdewamê de jî HSD’ê daxuyand ku hêzên dagirker bi hawan û çekên giran êrîşî herêmên sivîlan ên li gundên Xirbet Beqera, Erîdiyê û Genterî yên Eyn Îsayê kir. HSD’ê diyar kir ku di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn û hejmarekê ji niştecihên herêmê neçarî koçberiyê bûn. Herî dawî jî HSD’ê ev agahî dan: “Her wiha artêşa tirk a dagirker li gundê Xerîca bi konvoyekê mezin teqwiye anî herêmê û li vir komên çete tevger û amadekariya xwe ya êrîşan zêde kirin.”