PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Birîna nekewandî: Komkujiya Roboskê

Di 28’ê kanûna sala 2011’an de balafirên şer ên dewleta tirk karwanekê şêniyên Roboskê bombebaran kirin. Di êrîşê de 19 jê zarok bi giştî 34 kurd bi hovane hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn lê tevî vê yekê tu berpirsyar nehatine dîtin û tu kes ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin

Di ser Komkujiya Roboskê ya 19 jê zarok bi giştî 34 kes bi bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de hatin kuştin re 8 sal derbas bûn. Lê hêj bersûc nehatine dîtin û darizandin. Tevî ku her tişt zelal e jî yên ferman dan nehatin darizandin û bi vê yekê tê xwestin komkujiyê bidin ji bîr kirin.

Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk di sala 1993’yan de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Zêviyê yê ku li ser sînorê mirînê yê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî ji yek ji van gundan bû. Welatiyên gundê Zêviyê ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû valekirin û bi rojan li qereqola gund ji aliyê leşkeran ve hatibûn îşkencekirin. Piştî îşkenceya rojan a li gundiyan hate kirin bi şertê ku gund vala bikin ew şandin nêzî gundê Roboskê, berdan. Dewleta ku ji bo avakirina xaniyan tu alîkariya gundiyan nekiribû, welatiyan bi qedera wan ve rû bi rû hiştibû. Li ser ferzkirina cerdevaniyê, welatiyan gund valakirin hin ji wan berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê û hin ji wan jî hatin nêzî gundê Roboskê bi cih bûn. Hemû erdên ku hatin mayinkirin, ji ber vê yekê sewalvanî jî di nav de tu çavkaniya ku debara xwe pê bikin nema. Li ser vê yekê welatiyan dest bi bazirganiya ser sînor kir.

Kujer nehatin darizandin

Rojên ku ji bo serê salê ve diherikiyan 28’ê kanûna 2011’an de, 19 jê zarok 34 welatiyên ku ber bi rêya sînorên mirinê yên ku ji aliyê netewe dewletan ve hatiye danîn, li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê ji hela balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK’ê hatin bombebarkirin û qetilkirin. 8 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyarên kuştina 19 jê zarok û 34 kesan nehatine ronîkirin û nehatin darizandin. Hej hesap ji kesên ferman dan û bombe li ser gelê Roboskê barandin nehatiye pirsîn. Dijberî vê yekê tê xwestin ku ser komkujiyê û berpirsyaran bigirin û veşêrin. Li şûna hesap ji berpirsyaran bê pirsîn, kesên dixwazin bûyerê ronî bikin û dengê xwe bilind bikin rastî astengiyan tên. Kesên bi şopa dozê dikevin tên binçavkirin û rastî lêpirsînê tên.

Provaya komkujiyê

Qetilkirina 19 zarok û 34 welatiyên Roboskê ya di 28’ê kanûna 2011’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve hatibû kirin, di bingeha xwe de salek berê ango di havîna 2010’an de provaya wê hatibû kirin. Piştî komkukjiyê hate hînbûn ku di havîna 2010’an de li ser heman rêgehê de ji hêla helîkopterên tîpên skorskî û kobra ve welatiyên bazirganiya ser sînor dikirin hatibûn gulebarankirin. Li ser vê yekê roboskiyên ku çûbûn hawara welatiyan ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibûn gulebarankirin. Li ser hişyariyê gulebarandin rawestiya bû û welatiyên çûbûn bazirganî dikirin vegeriyabûn gundê xwe.

Bi agahiya qereqolê êrîş pek hat

Rûpelên salnameyê ku 28’ê kanûna 2011’an nîşan dida, bêdengiya şevê ya li ser sînorê nêzî gundê Roboskê bi dengê bombeyan xira bû. Li gundekî sînorê ku hebûna xwe berdewam bikin bi salan heta niha derbasî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dibin û bazirganiya cixare, çay û mazotê dikirin, 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl li ser rêya vegerê bûn, ji hêla balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK’ê ve bombeyên bi sedan kîlo giranî bi ser wan ve berdan û ew qetil kirin. Ev komkujiya ku di seat 21.20’an de ji hêla 4 balafirên şer ve hatiye kirin, agahiya qereqola leşkeran jî jê hebû. Agahiya komkujiyê ji hêla Servet Encu ku ji komkujiyê sax filitîbû da gundiyan. Piştî bûyerê çend seat ji hêla çapemeniya azad ve bûyer ji raya giştî re hate ragihandin.

Medyaya hawîz komkujî nedîtin

Dema balafirên şer ên TSK’ê li Roboskê 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin, heta 12 saetan medyaya hawîzê cih neda bûyerê. Rayedarên hikûmetê ev komkujî nexist rojeva xwe. Medyaya hawîzê ya girêdayî hikûmetê ji bilî daxuyaniyên hikûmetê li ser bûyerê lêkolîn nekir û cih neda daxwaz û dengê malbatan. Medyaya hawîzê di destpêkê de wekî ‘qeza’ nîşan da û hewl da li ser bûyerê veşêre. Lê ji ber ku medyaya kurd di kêliya ewil de ev rastî bi cîhanê re parve kir û her dem kir rojev, ket rojeva Tirkiye û cîhanê. Wê demê hin medyayên girêdayî hikûmetê û dewletê di sernavên rojnameyên xwe de wiha got:

Milliyet: “35 kes mirin. Em pir xemgîn in”

Sozcu: “Çek bar kiribûn”

Bugun: “Facîaya îstîxbaratê”

Haberturk: “Li ser sînor şaşiya qeter”

Takvim: “Balafira bêmirov a bê însaf”

Vakit: “Terorîst e an qaçakvan e?”

Yenişafak: “Şaşiya ku kuşt”

Radikal: “35 welatî bi bombeya ÎHA’yê hatin kuştin”

Aydinlik: “Di operasyona hewayî ya TSK’ê de 35 welatî hatin kuştin” û “Operasyon bi îstixbarata DYA’yê pêk hat”

Star: “Balafirên F-16 li sînorê Bakurê Iraqê li hedefa şaş xistin: 35 kes mirin. “Şaşiya qehr dike”

Zaman: “Li Sînorê Bakurê Iraqê 35 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan” û “Îstixbarata ku kuşt”

Vatan: “Gotin PKK’î ne 35 welatî kuştin” û “Şaşiya qehr dike”

Guneş: “Ji Uludereyê re 123 hezar TL ji şehid re 50 TL tazmînat” û “Leşker bila çi bike”

Sabah: “Li Qilebanê ji bilî PKK’ê hêzek heye” û “Sendroma Gediktepe li qaçakvanan xist”

Çapemeniya hawîzê û îktidarê di destpêkê de xwest ser mijarê bigire û rastiyê şolî bike. Rayedarên hikûmetê jî hewl dan ser bûyerê bigirin.

Di ronîkirina komkujiyê de rola çapemeniya kurd

Welatî û xizmên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ku agahiyê girtin, li cihê bûyerê ya bi lez çûbûn wir rastî cenazeyên mirovan ên parçe parçe bûbûn hatin. Cenaze bibûn wek komirê, hûr û roviyên wan derketî li derdorê belav bibûn, organên qantiran jî li her derî belav bibûn ango organên mirovan û sewalan tev li hev bibûn. Dîmenên ku parçeyên mirovan civandibûn û wek cenazeyê li cem hev hatibûn rêzkiribûn ji hêla çapemeniya kurd ve li cîhanê re hate serwîskirin, hovîtî baştir radixist berçavan. Bertek jî ji cara yekemîn zêdetir bi hêztir bû û berdewam kir.

Erdogan leşker pîroz kirin

Serokwezîrê wê demê û serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî bûyerê bal kişand ser erîşên li ser Gedîktepe û Hantepeyê wekî hinceta komkujiyê nîşan da. Cîgire Serokê AKP’ê Huseyîn Çelîk wekî ‘qeza’ nîşan da. Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç jî got ‘Bi zanebûn nehatiye kirin’. Dîsa Erdogan di daxuyaniyeke din de ji serfermandarê artêşê û leşkerên din re ji ber vê bûyerê spasiyên xwe kir û leşker pîroz kirin. Piştî medya û hikûmetê xwestin ser bûyerê bigirin darazê jî piştgirî da hikûmet û medyayê û xwest ser bûyerê veşêre.

Daraz xwedî li kujeran derket

Serdozgerê Komarê yê Qilebanê der barê dosyaya komkujiyê de biryara ‘nepenî’ da. Piştî 5’ê tebaxa 2012’an Serdozgerê Komarê yê Amedê dest bi lêpirsînê kir. Serdozgerê Komarê yê Amedê di 11’ê hezîrana 2013’an de jî bi sedema ‘Bi zanebûn bûye sedema kuştinê’ biryara bêerkdayînê da û dosya şand Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê. 6 meh şûnde Dozgeriya Leşkerî jî di 7’ê çileya 2014’an de biryara bêşopandinê da û pêdivî bi lêpirsînê nedît. Li ser îtîrazê malbatên Roboskê di 18’ê tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. AYM ji Wezareta Dadê parastin xwest. AYM’ê bi sedema ku kêmasi di dema xwe de nehatine temamkirin, serlêdana malbatan di 16’ê sibata 2016’an de red kir. Malbatê piştî biryara AYM’ê vê carê Serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (TMME) dan.

Hewldanên ji bo ronîkirinê vala derketin

Ji bo bûyer bê lekolînkirin li Meclisê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya Qilebanê hat avakirin. Komîsyonê piştî lêkolin kir, diyar kirin ku li gorî dÎmenên Heronê dîmen pir zelal in û li ber çavan hatine kuştin. Lê hêza vê komîsyonê ya rastiyê ronî bike darizîne pêş neket. Dîsa kujer nehatin ronîkirin. Piştî van hewldanên darazê Fermandariya Qereqola Gulyazi bang li birîndarên Roboskê Davut, Servet û Hacî Encu kirin û xwestin der barê mijarên ‘sînor îhlal kirine’ û ‘li dijî zagonan malên kaçaq qistine’ nava Tirkiye xwest îfade bidin. BDP’ê di 26’ê çilêyê de mijar bir Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Lê dîsa tu encam derneket. Navenda Şopandina Mafên Sewalan (HAGÎD) der barê kuştina 50 qatiran de li Serdozgeriya Qilebanê doz vekir. Lê waliyê Şirnexê destûr neda vê yekê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez  pirsname da û pirsnameya wê ji ber peyva ‘komkujî’ wekî qibe û birîn dike hat nîşandan.

Parêzerên malbatên Roboskê serî li Dadgeha Qanûnê (AYM) da bûn bi hinceta belge kêm in serlêdan hate redkirin. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) jî bi heman hincetê serlêdan red kir.

Zextên li ser xizmên qurbaniyan

Malbatên Roboskê ji bo li edaletê bigerin Komeleya Roboskê avakirin. Lê Komele di 6’e çileya 2017’an de bi KHK’yê hate girtin û çalakî li malbatan hatin qedexekirin. Dîsa qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hate kirin, peykerê li Parka Roboskê ya Peyasê rakir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û xizmê 34 kesên di komkujya Roboskê de hatin kuştin Ferhat Encu hate girtin. Parazvanê mafên mirovan Yannis Vasilis Yaylali û Meral Geylanî yên ji bo komkujiya Roboskê ronî bibe lêkolîn dikir, hat girtin. Her wiha di 24’ê gulanê de leşkeran li gund bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu li malê binçav kirin û şandin girtîgehê.

Peyva komkujiyê weke ‘qebe û nexweş’ dîtin

Di 16’ê gulana 2019’an de pêşniyaza Lêkolînê ya Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ya ji bo ronîkirina Komkujiya Robaoskê ku di encamê de19 jê zarok 34 kesên sivîl hatin qetilkirin, ji aliyê Serokatiya Meclisê ve ‘Qebe û nexweş’ hate dîtin û li Tanrikulu hat vegererandin. Hevok û peyvên mîna ‘34 welatiyên me di encama operasyona derveyî welat a ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hate lidarxistin de hatine kuştin’ û ‘Komkujiya Roboskê’ ku pêşniyazê de cih digirtin ji aliyê Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ve ‘Qebe û nexweş’ hate dîtin.

Malbatên Roboskê ji bo edaletê ev 8 sal e bê navber li qadanin. Di 5’ê sibatê de malbatên Roboskiyê, ji bo piştevaniyê çûn serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de bû.

Serpêhatiya qurbaniyên Komkujiya Roboskê

Serpêhatî û kurtejiyana 19 jê zarok 34 welatiyên ku bi bombeyên balafirên şer ên TSK’ê hatibûn qetilkirin wiha ye:

Karker Encu: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Karker bi temenê biçûk dixwest bibe ajokar û ji bo xwe wesayîtek bistîne. Piştî dibistana navîn qedand ji ber rewşa aborî dest ji dibistanê berda û bi hevalên xwe re dest bi bazirganiya sînor kir.

Seyîthan Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Di dibistana Lîsêyê de pola 1’ê dixwend. Xwendekarekî jîr û jêhatî bû. Pir ji dibistanê hez dikir lê ji ber xizaniyê û diviya li malbatê binêriya dest ji dibistanê berda. Seyîthan demekê çû Stenbolê û nêzî sê salan li wir xebitî. Li Stenbolê dest heqê xwe negirt û xwe ji çerxa mêtîngeriyê xelas kir û carek din berê xwe da Roboskê yê. Ji ber ku li gund karekî cuda bike tunebû ji necarî berê xwe da sînorê mirînê û dest bi bazirganiyê kir. Seyîthan di çûyîna yekemîn de bû hedefa balefirên şer ên TSK’ê û bi bombeyen mezin hate qetilkirin.

Nadîr Alma: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Nadîr ê hêj ji zarokatiya xwe ve li derdora xwe bi giraniya xwe dihate naskirin. Piştî dibistana navîn xilas kir dest ji dibistanê berda. Nadîr ciwanek pir jîr bû. Ji xweza û sewalan pir hezdikir. Di nava hevalên xwe de bi wêrekiya xwe dihat naskirin. Dema ji leşkeriyê vegeriya ji bo xebarê berê xwe da Stenbolê. Nadir ê ku li jiyana metropolê û terza xebatê re adapte nebû, piştî demekî kin careke din vegeriya gundê xwe û ji vir jî ji bo xebatê berê xwe da Hewlerê. Piştî 8 meh li wir jî xebitî careke din vegeriya gundê xwe. Nadir, li ser israra malbatê nezewicî, piştî kekê wî Ebûbekir û birayê wî Feyaz Alma birin leşkeriyê, ji bo karibe debara kek û birayê xwe jî bike wî jî weke gelek zarokên Roboskê berê xwe de sînorê mirînê.

Mehmet Alî Tosun: Dema hate qetilkirin 24 salî bû. Alî ku li hemberî malbat û hevalên xwe pir bi rêzdar tevdigerî. Piştî lîse qedand dest ji dibistanê berda. Ji bo alîkariya malbata xwe bike berê xwe da bajarê Kerbela ya Iraqê ku piştî mudaxeleya ABD’ê ya li ser Iraqê ku her roj nûçeyên mirinê dihat û dest bi xebata nava karê avahiyê kir. Mehmet Alî piştî vegeriya gundê xwe bi karê rojane re mijûl dibû, dema êdî kar nedît dest bi çûna sînor kir. Ji ber qantireke wî ya ku di bazirganiya sînor de roleke mezin dilîze tunebû, encax bi qantirekî ku bi 25 TL’yê ji hevalê xwe kirê dikir diçû sînor.

Şervan Encu: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Şervan dema pola lîseya duyemîn de bû, dest ji dibistanê berda weke hevalê xwe yê roboskiyî çû Stenbolê û di firineke nan de xebitî. Şervan ku salek li Stenbolê ma, li ser israra malbatê vegeriya gundê xwe. Lê ji ber li gund kareke bike tunebû ji bo alîkariya malbata xwe bike ew jî qantireke kirî û dem dem diçû sînor. Hin caran ji ber pir ji hespê xwe hez dikir lê siwar nedibû jî. Cendekê Şervan ê di encama bombebaranê de hatibû parçekirin encax bi qantire wî ya pir jê his dikir anîn gund.

Nevzat Encu: Dema hate qetilkirin ew jî 19 salî bû. Newzat ê ku pir ji futbolê hez dikir ewqas jî ji xwendinê jî hez dikir, xwendekarekî serkeftî bû. Hêj dema xwendekarê dibistana navîn bû dem dem bi bavê xwe re bêagahiya ku paşerojê çi li benda wî ye, bi bavê xwe re diçû sînorê. Li sînor dema bombe hat wî dît, diçû pola dawî ya lîseyê.

Osman Kaplan: Dema hate qetilkirin 31 salî bû. Zewicî û bavê 5 zarokan bû. Osman ku bavê wî Ahmet Kaplan ji ber nexweşînê hêj ew di temenekî biçûk bû winda kir, ji ber bêderfetiyên madî piştî dibistana seretayî di karên giran de xebitî. Osman ku di temenê xwe yê biçûk de li 5 birayê xwe dinêrt, dema karên înşeatê nedidît hin caran diçû sînor. Osman ji bo deynê xwe bide û li 5 zarokên xwe yên herî mezin 12, yê biçûk 7 salî xwedî bike, çûna wî alî sînorê ya dawî nekarî li malbata xwe vegere.

Ozcan Uysal: Dema hate qetilkirin hêj nû diket 18 saliya xwe. Ozcan têkiliya wî ya bi bavê wî re wek e du hevalan bû, ji ber krêdiya ku malbata wî ji banqê kişandibû nikaribû bide, dibistana lîseyê ya pola duyemîn berda. Ozcan ê ku şivantî dikir û li çiyayan digeriya ji karê xwe gelek hez dikir. Piştî dest bi çûna sînorê kir di nava çiyayan de jiyana xwe ji dest da.

Selîm Encu: Dema hate qetilkirin 39 salî bû. Zewicî û bavê 3 zarokan bû. Selîm ê ku hêj di zikê dayika xwe debavê wî jiyana xwe ji dest dabû, hêj di serî de bi zehmetî gavê xwe avêtibû dinyayê. Selîm ê ku yek zarokê malbatê bû, zewicî û bû xwedî du zarokên astengdarên mejî. Dema li sînor bi 33 hevalên xwe re hate qetilkirin hevjîna wî ya bi ducanî bû, zarokek anî.

Vedat Encu: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Vedat ê ku heta dibistana lîseyê pola yekemîn dixwend, dest ji dibistanê berda û dest bi xebatê kir. Vedat ku di fîrmayeke taybet de operatoriya makîneya kar dikir, di mehên havînê de dixebitî, di mehên zivistanê jî ji ber kar tunebû diçû sînorê.

Muhammet Encu: Dema hatibû qetilkirin hêj 13 salî bû. Xwendekarê pola 7’emîn bû. Muhammet ku ligel israra malbatê bi hevalên xwe re çû sînorê, çûna dawî êdî paşde nehat.

Mahmsûm Encu: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Xwendekarê lîseyê pola yekemîn bû. Navbera wî û hevalên wî pir baş bû, zarokeke serkeftî û pir jêhatî bû. Her wiha pir ji ajokariyê hez dikir. Beriya wesayîtê ji bo mesrefên ehliyeta xwe diçû sînor. Ew jî bi hevalên xwe re bi aqûbeta kalê xwe yê di sala 1997’an de ku li sînor jiyana xwe ji dest da re rû bi rû ma.

Bîlal Encû: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Bîlal li malê bû dest û linge malbatê. Ji ber ku bavê wî astengdar bû û kesê li malbatê binêre tunebû. Roja di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, ji dibistanê hatibû, kincên xwe guherand û bi hevalên xwe re berê xwe da bû sînorê mirinê. Ew jî careke din paşde nevegeriya.

Erkan Encu: Dema hate qetilkirin ew jî hêj 13 salî bû. Malbata ku rewşa madî nebaş bû bi derfetên kêm Erkan heta pola 7’an da xwendin. Roja komkujiyê ji dibistanê nû hatibû, piştî kincên xwe guherandibû qantire xwe amade kiribû û berê xwe dabû sînor. Hêj çûna wî ya duyemîn bû. Ew tirs û coşa çûna duyemîn dijiya, tirsa wî ew di temenê biçûk de girt.

Husnu Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. Kekê wî diçû sînor lê ji ber ew çû leşkeriyê, kar ma li ser milê wî. Zewicî bû, qet nedixwest biçe sînor. Her çûna wî ku bi tirs bû ya hevjîna xwe ya ku li benda hatina wî bû, dê rojek ev çûn û hatin xilas bibe teselî dikir. Dema hate qetilkirin hevjîna wî hêj 2 mehî ducanî bû.

Savaş Encu: Dema hate qetilkirin 14 salî bû. Ji ber bi zimanê zikmakî perwerdehî nedît, pirsgirêka ziman piştî dibistana navîn xilas kir. Dest ji dibistanê berda û dest bi şivantiyê kir. Savaş ê ku eleqeyeke mezin nîşanê sewalan û xwezayê dida kûçikekî wî ya pir jê hez dikir jî hebû. Savaş ê ku bi kekê xwe Husnu re çû sînor, bû hedefa bombeyên balafirên şer. Piştî ku Savaş hate qetilkirin kûçikê wî gund terikand û êdî nevegeriya gund.

Cîhan Encu: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Cîhan ku di nava malê de coşek mezin pêk dianî, di nava malbatê de yê herî bal dikşand li ser xwe bû. Ji ber nexweşiyê bavê xwe winda kir. Bi xwişk û birayên xwe re bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dida. Ji bo debara xwişk û birayên xwe berê xwe da sînor û bi 33 hevalên xwer hate qetilkirin.

Cemal Encu: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Her roj 5 kîlometre rê dimeşiya û diçû dibistanê û dixwest bibe mamoste. Ji bo mesrefên dibistanê berê xwe da sînor û ew jî weke hevalên xwe hate qetilkirin. Li pey wî tenê xeyalên wî ma.

Serhat Encu: Dema hate qetilkirin 15 salî bû. Du birayên wî çûn zanîngehê û barê debariya jiyanê jî kete li ser milê wî. Li gel bedenên xwe yê biçûk ew du sal bû diçû sînorê mirinê. Herî dawî bi kekê xwe re peyîvî bû û ji ber xizaniyê kekê wî nedikarî vegere gund û ji kekê xwe re gotî bû, ez ê vê carê biçim sînor ez ê mesrefa rê bişînim. Lê belê di wê rojê de ji aliyê balefirên TSK’ê ve hate qetilkirin.

Hamza Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Piştî dest ji dibistanê berda û vir de demeke li derveyî bajêr di hin karên cuda de xebitî. Dema vegeriya gund careke din dest bi çûyîna sînor kir. Li ser israra dayika xwe amadekariya zewacê dikir. Dayika wî parçeyên laşê wî bi destê xwe kom kir û laşên parçekirî anîn gund.

Celal Encu: Dema hate qetilkirin 15 salî bû. Ji ber dayika wî di sala 2008’an de jiyana xwe ji dest da, Celal pir êşandibû. Piştî mirina dayika wî her çiqas pir ji dibistanê hez dikir, neçar ma ku berde û berê xwe bide sînor.

Şerafettîn Encu: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Di sala 2006’an de dayika xwe winda kir ji ber mezinê malbatê bû bi bavê xwe re ji 4 xwişk û birayên xwe re ew eleqedar dibû. Her wiha hem dibistan dixwend û hem jî diçû sînor. Ji bo ku gora dayika xwe çêbike vê carê berê xwe dabû sînor, lê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê ve hate qetilkirin û li kêleka dayika xwe hate veşartin.

Selam Encu: Dema hate qetilkirin 22 salî bû. Xwendekarê pola dawî ya zanîngehê bû. Ji ber derfetên aborî yê malbatê nebaş bû û ji bo mesrafên dibistan û rêya xwe derbixe neçar ma bixebite. Ev jî sînor bû. Bi nêrîna îhtîmalekî ji bo mesrefên rê û pirtûkên xwe serî li qeymeqamtiya Qilebanê dabû. Li gor digot, qeymeqam jê re gotiye ku “Ji min re çiye here bixebite” bersiv dabû. Ji ber tenê rêyek mabû ew jî çûna sînor bû. Her çiqas bavê wî pêşniyara ji derekî deyn bike kiribû jî lê wî ev qebûl nekir. Piştî wî du rojan tev li karwanê diçûn sînorê bû. Derketina bi kerwanê ya rêwîtiya mirinê careke din venegeriya.

Bedran Encu: Dema hate qetilkirin 13 salî bû. Gelek ji malbat û hevalên xwe hez dikir. Her wiha ji aliyê heval û gundiyan ve gelek dihat hezkirin. Bavê wî yê ku pir jê hhêz dikir di sala 1998’an de pêl mayinê kiribû ji lingê xwe birîndar bûbû û 5 tiliyên destê  xwe winda kiribûn. Bi temenê xwe yê biçûk bibû ling û destê bavê xwe û barê malbatê girtibû ser milên xwe. Li gel bavê xwe şeva dawî li gel serma û berfa zêde qantirê xwe amade kir û çûbû sînor. Bi pêlava naylon a di lingê wî de dixwest ji bo xwe û xwişk û birayên xwe yên biçûk re pêlav bistîn e.

Fadil Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. Ji malbatekî ji 5 zarokan pêk dihat bû. Ji futbolê gelek hez dikir û tîma Fenerbahçeyê digirt. Formaya ku standibû ji ser xwe qet dernedixist. Ji ber neçar ma koçber bûn û ji bo bi bavê xwe re xaniyek nû çêbikin, dest bi xebatê kir. Bavê wî ku ajokariyê dikir, ew jî diçû sînor. Bavê wî cenazeyê kurê xwe dibin bombeyan de parçe bibû ji formaya wî nas kiribû.

Huseyîn Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. 6 sal bû diçû sînorê mirînê. Huseyîn kesekî di hindirê xwe de girtî bû û parvekirinê wî bi kesekê re tunebû. Ji bo debara jiyanê diçû sînor û ji aliyê balefirên TSK’ê ve hate qetilkirin.

Aslan Encu: Dema hete qetilkirin 17 salî bû. Her demê kekê wî Halîl diçû li ser sînor, piştî ku kekê wî pêl mayînê kir ev kar ketibû li ser milê wî.

Şivan Encu: Dema hate qetilkirin 13 salî bû. Bavê wî ji ber ku ji hunermend Şivan Perwer gelek hezdikir navê wî Şivan danî. Wî jî her demê klama Helepçeyê guhdar dikir. Cara yekemîn bû çû sînor û li gel hevalê xwe hate qetilkirin.

Orhan Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Gelek bi meraq û her tim dixwest tiştekî nû hîn bibe. Tu demê ken li ser rûyê wî kêm nedibû, dost û hevalê wî jêre digot, ‘Orhanê rû bi ken’ Heke rojek neçûyîba dibistanê hevalê wî dihatin malê û pirsa wî dikirin. Ji bo kombersê bistîne cara ewil bû bi kekê xwe Zeydan re çû sînor û êdî paşde nevegeriya.

Zeydan Encu: Dema hate qetilkirin 25 salî bû. Ji bo debara malbatê berê xwe dida sînor û bi kekê xwe Orhan re bi bombeyên balefirên TSK’ê hate qetilkirin.

Salîh Encu: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Hêj dema temenê biçûk, rêwîtiya sînor a bav, ap û ciwanên gund diçûn sînor pir meraq dikir. Ligel bavê wî destûr nedida jî ew roj piştî ji dibistanê vedigeriya tev li nava hevalên xwe dibû. Salîh ê ku ji biçûkahiya xwe ve dixwest tev li nava serpêhatiyên sînor bibe ketibû rê û bi bedenên xwe yên biçûk re bû hedefa bombeyên mezin.

Yuksel Urek: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Yuksel ê ku di pola lîseya duyemîn de navber da dibistanê, pişt re di atolyeya tamîrê de dest bi xebatê kir. Yuksel gelek ji kew û kevokan hezdikir. Her roj li ser sînor kevokên xwe difrandin. Ji bo debariya jiyanê berê xwe da sînor û bi 33 hevalên xwe re hate qetilkirin.

Adem Ant: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Malbata Adem li navenda Şirnexê dima û ew jî li gund li mala meta xwe dima. Adem li gund bi qîza apê xwe re amadekariya zewacê dikir û mesrefên dawetê berê xwe da sînor.

Salîh Urek: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Ji temenê biçûk heta 18 saliya xwe ji qelf û henekan gelek hez dikir. Wêne xêz dikir û ji hunerê jî pir hez dikir. Ji ber xizaniya malbatê berê xwe da sînor û dest bi bazirganiya li ser sînor kir. Bi çûyîna dawî re venegeriya û bû hedefa balefirên şer ên TSK’ê. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar