Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muvekkîlê xwe re hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Turgut û Rezan Sarica ji bo ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan, di 2’yê gulanê, di 22’yê gulanê, di 12’ê hezîranê, di 18’ê hezîranê û herî dawî jî 7’ê tebaxê de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Ji 7’ê tebaxê heta niha jî serlêdanên parêzeran bêbersiv tên hiştin. STENBOL