2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya Êlihê dest pê kir. Di axaftinên destpêkê de girîngiya ziman û çandê hate vegotin. Piştre jî helbestvan Berken Bereh axivî û wiha got: “Divê her kes girîngiyê bide çand û zimanê xwe. Dema hûn zimanê miletekî tune bikin û ji holê rakin, ji wî miletî tiştek namîne.”
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya Êlihê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) ve tê organîzekirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê dest pê kir.
Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeyê helbestvanê kurd Berken Bereh e. Di destpêka bernameyê de weke Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hate amadekirin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, cîgirê hevserokê giştî yên HDP’ê ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyare Salîm Kaplan, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, nivîskar û helbestvênên kurd Berken Bereh, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp, Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna û Merdan Newayî û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Beriya şahiyê navenda çandê kokteyl hat dayîn û xwîner û nivîskaran li gel hev sihbet kirin.
‘Em ê van xebatan bidomînin’
Hevşaredar Mehmet Demîr di Şeva Rêzgirtinê ya Berken Bereh de axivî û wiha got: “Ji bo em xwedî li çanda gelê kurd derkevin me sond xwariye. Em ê van xebatan bidomînin. Ji bo gelê Êlihê em çi bikin jî hindik e. Van xebatên çand û hunerî ku me heta îro ji bo gelê xwe kiriye jî hindik e. Ne tu tiştek e. Ev gel bêtir her tiştî heq dike.”
‘Qeyûm ji ewil ziman û çanda kurdan hedef digirin’
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser çand û zimanê kurdî û wiha domand: “Bi salane zimanê kurdî di bin zext û qedexeyan de ye. Em deyndarên helbestvan, dengbêj û nivîskarên xwe ne ku heta roja me ya îro zimanê me li pêş xistin e.” Cîgirê hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî bal kişand ser kiryarên qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin û destnîşan kir ku qeyûm ewilî ziman û çanda kurdî tune dihesibînin.
Dema axaftin dihatin kirin sînevîzyona ji wêneyên xebat û jiyana Helbestvan Berken Bereh pêk dihat dihat nîşandan. Pişt re jî Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp behsa xebat û jiyana Bereh kirin.
‘Dema li Başûr kurd dikenin li Bakur jî kurd dikenin’
Mueyed Teyîp anî ziman ku dema li Başûr kurd dikenin, li Bakur jî kurd dikenin û bi van gotinan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdan. Nivîskar Îrfan Amîda jî da zanîn ku helbestvanên kurd tenê ne helbestvaniyê dikin û di heman demê de yek ji têkoşerên azadiya gelê xwe ne û ev 40 sal in Berken Bereh ji bo gelê xwe têdikoşe.
Helbestvan-rojnameger Rêdûr Dîjle jî destnîşan kir ku ji bo helbestê nikarin pênaseyek giştî bikin û divê her helbestvanek hildin cihekî û pênaseya wan bikin. Dîjle bal kişand ser jiyan û xebata Bereh û got Bereh yek ji helbestvanê gewre yê roja me ya îro ye. Di şahiyê de nivîskar Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî jî helbestên Bereh xwendin.
‘Ger zimanê miletekî tune bibe ji wî miletî tiştek namîne’
Pişt re Berken Bereh di nava dengê çepikan de derket ser dikê û malovaniya her kesî kir. Bereh da zanîn ku dema wî dest bi nivîsandina helbestê kir gelê kurd di bin zext û zilmek mezin de bû û wiha domand: “Ji wê rojê ve îradeya gelê kurd nehat şikandin. Her çiqas ez Şirnexî bim jî, nîviya jiyana min li Êlihê derbas bû. Ango devoka helbestê jî li gorê devoka herêmê hatiye rûniştandin. Divê her kes girîngiyê bide çand û zimanê xwe. Dema hûn zimanê miletekî tune bikin û ji holê rakin, ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin dest bi daxistina tabelayên kurdî kirin.”
Piştî Bereh axaftina xwe bi dawî kir, parlamenter Feleknas Uca plaket diyarî Bereh kir. 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya Êlihê dê heta 29’ê kanûnê dewam bike.
Bername wiha ye:
Roja duyemîn;
Saet13.00: Belgefîlma Kovara Rewşenê
Saet 15.00: Îmze û gotûbêja Mueyed Teyîp
Saet 17.00: Îmze û gotûbêjên Ramazan Kavak, M. Şîrîn Bulga, M. Saît Îmret û Firat Ozdemîr
Saet 19.00: Panela ‘Di wêjeya kurdî de werger’ ku dê Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî û Lal Laleş pêşkeş bikin.
Roja sêyemîn;
Saet 14.00: Belgefîlma Cegerxwîn
Saet 17.00: Panela ‘Pêşketina çîroka kurdî’ ku dê Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman û Mihemed Ronahî pêşkeş bikin.
Saet 19.00: Şeva helbestê; Ramazan Kavak, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn û Îsmaîl Hacanî
Roja çaremîn;
Saet 13.00: Panel Îmze; ‘Wêjeya Klasîk’ Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak û Hayrûllah Acar
Saet 15.00: Panel Îmze; ‘Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de’ Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Herdem Merwanî û Xecê Şen
Saet 17.00: Panel Îmze; ‘Di zaravayên kurdî de roman’ Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn û Ferzen Şêr
Saet 18.00: Panel Îmze; ‘Wêje û Bawerî’ Adar Jiyan, Qahir Beteyî û Qedrî Yildirim
Roja pêncemîn;
Saet 13.00: Helbest û Gotûbêj; Selîm Temo
Saet 15.00: Panel; ‘Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî’ Şener Ozmen û Remezen Alan
Saet 17.00: Nîşandana Belgefîlma Mîrê Bilûrê/Kavalin Miri
Saet 19.00: Panel; ‘Folklora Kurdan’ Nîhat Gultekîn, Bedran Hîkmet û Nûsret Îmîr
Saet 21.00: Girtin.