Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anî. KCK’ê got: “Yê ku ferman da ku li Roboskê komkujî bê kirin Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Ji bo ku kujer bi hêsanî kurdan bikujin, kujer nayên darizandin. Dê hesabdayîna herî mezin a ji kujer û qirkeran re, azadkirina Kurdistanê be.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Artêşa tirk beriya niha bi 8 salan bi balafirên şer 34 ciwanên kurd qetil kir ku piraniya wan zarok bûn. Nepêkane ku mirov cesedên parçebûyî yên li hêstiran hatibûn barkirin ji bîr bikin. Em van mirovên xwe yên ji ber êrîşa hêzên derveyî mirovahiyê û dijminê kurdan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirînin ku dê careke din mirovên me li ser sînor şehîd nebin.

Zarokên gelê me li welatê xwe bi sedan sal in ji aliyê hêzên qirker mêtinger ve bi mîtralyozan, bi bombeyan tên qetilkirin. Zarokên me, ciwanên me, jinên me, extiyarên me yên duh li Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Pîran, Hênê, Amed û Agiriyê hatin qetilkirin niha li Rojava bi bombeyan tên qetilkirin. Tenê sûcekî wan heye; daxwaza jiyaneke azad bi nasname, çand û zimanê xwe li welatê xwe. Çawa ku helbestvanê mezin Ahmed Arîf jî got, tenê sûcekî wan heye; ew jî li pasaportê germ nebûn.

Yê ku ferman da ku li Roboskê komkujî bê kirin Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Ji Erdogan re dibêjin, ‘Di nava 40-50’î kesî de dibe ku yekî PKK’î hebe’ û jê dipirsin ’em çi bikin?’ Erdogan jî fermanê dide û dibêje hemûyan bikujin. Yên ku bi hêstiran bar dikirin ger ne sed kes bûna, ger hezar zarok û ciwan bûna dê Erdogan dîsa jî fermana kuştina wan bida. Bi zîhniyeteke bi vî rengî li dijî kurdan şerê qirkirinê tê kirin. Ji bo van hêzên qirker ne kurdek, ne hezar kurd qîmetê milyonek kurdan jî nîne. Ji heman ferasetê tê ku fermana kuştina milyonek kurdî jî bide. Ji xwe fermana qirkirina ermenan jî heman zîhniyetê dabû. Bi zîhniyeta faşîst a bi feraseta ‘Dema mijar welat be yên din nehêja ye’ ev komkujî û qirkirin kir. Ya ku li Roboskê hate kirin êrîşeke qirker e. Ji ber ku dewleta tirk a heyî her êrîşa li dijî kurdan ji bo qirkirinê dike.

Ji bo ku kurdan bi hêsanî bikujin kujer nayên darizandin

Balafirên şer ên ku li Roboskê komkujî kirin, ne weke ku serokwezîra qirker a demekê Tansû Çîller got ji Ermenistanê nehatin. Ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin û rayedarên dewlet û hikûmetê jî ev yek qebûl kirin. Yên balafir bi kar anîn, yên ferman dan wan, fermandarê hêzên hewayî yê artêşa ku êrîş kir, serokê fermandariya giştî yê heman artêşê aşkera ne, lê belê kesekî bi tenê jî nehate darizandin, nehate cezakirin. Ji ber ku ferman ji asta herî bilind ve hatibû. Li Roboskê tenê kesên ku qeymeqam protesto kirin û kevir avêtin hatin darizandin. Sûcdar bi zanebûn nayên cezakirin. Bi vî rengî dixwazin nîşan bidin ku kuştina kurdan serbeste. Li kurdan teslimiyet tê ferzkirin. Polîtîkaya ku sed sal in li dijî kurdan tê meşandin polîtîkayeke bi vî rengî ye. Der barê kuştina 33 kurdên li Komkujiya Qelqeliyê hatin qetilkirin generalek tê darizandin û ji vê re jî dibêjin ‘Sendroma General Mûglali’. Bi vî rengî gotibûn, ger hûn leşker, efser û generalan darizînin dê kes kurdan nekuje. Ji ber vê yekê ji bo karibin bi hêsanî kurdan bikujin niha tu sûcdar nayên darizandin.

Ji bo qirkeran cezayê herî giran Kurdistana azad e

Di doza JÎTEM’ê ya hefteyek berê de hemû bersûcan beraet kirin. Bi vî rengî peyama ‘kuştina kurdan serbeste’ dan leşker û polîsan. Ji xwe ji ber vê yekê polîs û leşker bi fermana Tayyîp Erdogan bêyî guh bidin destûra bingehîn, qanûn û nirxên exlaqî yên civakî ji bo qirkirinê êrîşî kurdan dikin û zilmê dikin. Ev rastî hemû vê yekê nîşan dide; ne li Roboskê, ne li Cizîrê, ne li Nisêbînê û ne jî li Sûrê sûcdar dê neyên darizandin. Hesabê van komkujiyan hemûyan tenê bi xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê dikare bê pirsîn. Dema ku Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk hatin afirandin, hingî dê hesab ji van sûcdaran hemûyan hatibe pirsîn. Dema ku Kurdistana azad hate afirandin dê cezayê herî giran li qirkeran bê birîn.

Komkujiya Roboskê dê neyê jibîrkirin

Komkujiya Roboskê dê neyê jibîrkirin. Komkujiyên di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin dê neyên jibîrkirin. Yên ku bi fermana ‘jin jî bin zarok jî bin dê ya pêwîst bê kirin’ jin û zarok qetil kirin dê neyên jibîrkirin. Yên li Roboskê hatin qetilkirin, yên li Cizîrê hatin qetilkirin, dayikên Taybet, Cemîle, zarokên li Şehbayê hatin qetilkirin hinceta ji bo têkoşîna Kurdistana azad in. Ji bo bîranîna van şehîdên me dê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi biryardarî bê meşandin, bi avakirina Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk dê hesaab ji qirkeran bê pirsîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar