Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Cihê yekitî lê tunebe serkeftin jî tuneye’

Colemêrgiyan anî ziman ku ji xeynî yekitiya neteweyî wekî din tu rê tune ye û bang li partî û rêxistinên kurdan kirin bêyî yekitiyê serketin ne pêkan e

Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daxwaz û xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bû rojev. Têkildarî vê di 5’ê kanûnê de li Amedê 10 partiyên kurd li hev kom bûn û ragihandin ku dê di bin navê ‘Xebata Tifaqa Kurdistanî’ de kar bimeşînin. Di çarçoveya vê xebatê de jî dê di 18-19’ê Çileya 2020’an de komcivînek bê lidarxistin.

Ligel van xebatan raya giştî ya kurd jî ji bo yekitiyê tim bang dike. Têkildarî yekitiyê colemêrgiyan axivîn û diyar kirin ku bêyî yekitiyê serketin ne pêkan e.

‘Rêya azadiyê yekitî ye’

Sadûllah Besî destnîşan kir ku wekî her gelî mafê kurdan jî hene û wiha got: “Ji ber şaşî û çewtiyên berê kurd bûne çar perçe. Heger kurd dixwazin bigihên armanca xwe, dixwazin wekî gelên cîhanê xwe bi xwe bi rê ve bibin, heger dixwazin bi ser bikevin divê bibin yek. Li cihekî yekitî tunebe serketin jî tuneye. Em ne dijminê kesî ne. Derdekî me yê em dewletan birûxînin tuneye. Em jî dixwazin wekî gelên cîhanê bi awayekî azad û aram bijîn. Ev mafê me ye. Wê kes neyê û diyarî me neke. Armanceke mezin a kurdan heye û ji bo vê jî yekitî divê.”

‘Ro roja gavavêtinê ye’

Fatma Tûran diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî çi dikeve ser milê kê divê bike û ev tişt anî ziman: “Gundên me hatin şewitandin û valakirin. Me êşên giran kişandin. Loma em doza yekitiyê, aştiyê dikin. Pêşengên me, parlementerên me, nûnerên me, vîna me û birêz Abdûllah Ocalan çi kirine ku girtî ne? Bi salan e tê tecrîdkirin û nahêlin malbata xwe jî bibîne. Loma divê kurd xwedî li xwe derkevin. Divê em dest bidin destê hevdu. Roj roja yekitiyê ye. Divê pêşeng û mezinên kurdan li dor maseyekê bên cem hev du û bêjin êdî bes e.”

Bang li malbata Barzanî kir

Mûstafa Oztûnç jî anî ziman kir ku bêyî yekitiyê xwegihandina armancê ne pêkan e û got ku gava kurd bibin yekê dê bi ser bikevin û ev tişt vegot: “Heta em belawela bin dê êrîş dewam bikin. Em pir hatin kuştin, em pir hatin girtin. Heger em yekbûna wê nikaribûna berê xwe bidin Rojavayê. Serê her tiştî yekitî ye. Her wiha ji bo yekitiyê karê herî mezin dikeve ser milên pêşengên başûrê Kurdistanê. Beriya her tiştî divê malbata Barzanî fedakariyekê bike. Em gişt bi çavê birayê mezin li wê malê mêze dikin. Loma divê gav bên avêtin. Divê ew destekeke mezin bidin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar