Li Qazaxistanê balafira ku ji Almatiyê ber bi Nûr Sûltanê ve diçû ket. Hat zanîn ku di encamê de 6 jê zarok herî kêm 14 rêwingan jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Rewşên Lezgîn a Qazaxistanê diyar kir ku balafira ku 95 rêwî û 5 xebatkar tê de bûn û ji Almatiyê ber bi Nûr Sûltanê ve diçû, demek piştî rabûnê ketiye.
Di berdewamê de jî komîteyê destnîşan kir ku di encama ketina balafirê de 6 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne.
Der barê mijarê de Ajansa Reutersê jî nûçeyek parve kir û destnîşan kir ku di encama ketina balafirê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.