Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: AKP-MHP veguheriye bloka şer

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku yên fermana Komkujiya Roboskê dan û pêk anîn diyarin lê hikûmeta komkujiyê vedişêre. Kubîlay anî ziman ku dê hesabê komkujiya Roboskê bipirsin. Kubîlay her wiha da zanîn ku AKP-MHP veguheriye bloka şer û wiha dom kir: “Êdî dev ji dijminatiya kurdan berdin, ji xaka Sûriyeyê derkevin û hewldanên ji bo çareseriyeke demokratîk negirin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay Kubîlay di serî de kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Di 28’ê kanûna sala 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk a li dijî welatiyên Roboskê ya Qileban a Şirnexê de 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatin qetilkirin. Serokwezîrê wê demê Erdogan di axaftina xwe ya wê demê de got; ‘Ji ber hesasiyeta serokê Serfermandariya Giştî û fermandarên peywirdar, tevî medyayê jî spasiyê dikim.’ Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn jî diyar kiribû ku fermana bombebaranê ji hêla fermandarên ku li Hêzên Hewayî ya Enqereyê analîz kiribûn daye. Her wiha Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyin Çelîk jî gotibû; ‘Bûyera li Qilebanê qezayekî operasyonê ye.’”

‘Komkujiya Roboskê encama nêzikatiya nefretê ye’

Di berdewamê de jî Kubîlay anî ziman ku li ser komkujiya ku kiryarên wê diyare re 8 sal derbas bûn û wiha domand: “Tevî ku kesên ji vê komkujiyê berpirsyar, kesên fermana wê dan û bombe li ser zarok û sivîlan barandin tên zanîn jî nehatine darizandin. Mîna cînayeta 33 Guleyan, mîna komkujiyên Dêrsim, Gurgum û Gazî yê, ev cînayet jî weke kiryarê wan nediyar di tarîtiyê de ma. Komkujiya Roboskê nehat ronîkirin lê Komeleya Roboskê ku malbatên qurbaniyan ji bo lêgerîna edaletê vekiribûn, di 6’ê çileya 2017’an de bi KHK’ê girtin. Her wiha çalakiyên malbatan hatin qedexekirin. Qeyûmê ku li Şaredariya Peyas a Amedê hatibû tayînkirin, weke karê destpêkê, peykerê li Parka Roboskê rakir. Li ser Komkujiya Roboskê ku Erdogan di got; ‘Dê di korîdorên tarî yên Enqereyê de winda nebe’ re 8 sal derbas bûn. Tu encamekî erênî jê derneket. Jixwe nepêkane ku derbikeve jî. Ji ber ku Komkujiya Roboskê encama nêzikatiyên bi nefretê ku hemwelatiyên xwe weke dijmin dibîne ye. Ev komkujî çalakiya herî bêrehm a vê rejîmê ye. Tevî hemû zextan jî têkoşîna malbatên qurbaniyan didome. Heta ku Komkujiya Roboskê tê ronîkirin, kesên fermana wê dan û berpirsyarên wê tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Me Roboskê ji bîr nekir. Dê nedin jibîrkirin jî.”

Doza hevşaredar Mizrakli

Di berdewamê de jî Kubîlay bal kişand ser danişîna doza hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku di 25’ê kanûnê de hate dîtin û ev nirxandin kir: “Di danişînê de careke din diyar bû ku jne dozên hiqûqî, siyasî ne. Dadgeh êdî li ser daxwazê biryaran didin. Ji bo van dozên vala her wiha hewcehî bi hincetên vala jî dibînin. Ji bo vê jî kesên herî kêrî tên kî ne? Gelemperiya wan jê îtîrafkar, şahidên nepenin. Piştî gelek dozan derdikeve holê ku şahidekê wisa jî nîne. Şahidiya îtîrafkarekî mîna yê di doza serok Selçuk de, di sala 2017’an de ji hêla Dadgeha Mêrdînê ve ji ber îfadeyên wî ku hev nedigirtin, şahidiya wî hatibû betalkirin. Di doza serok Selçuk de bi qeydên SGK’ê diyar bû ku ev îtîrafkare li nexweşxaneya ku qala wê dike de nexebitî ye. Ger ku bi fermanên qesrê nebe, dev ji pîvanên hiqûqa gerdûnî berde, li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî darizandin pêk bê dê ev biryara girtinê bê xerakirin.”

‘Dema ku dew guherî dê hesabê bidin’

Bi domdarî jî Kubîlay bi lêv kir ji bo hinceta tayînkirina qeyûman di dozan de der barê xebatên şaredariyan de tiştek nîne û wiha derbirî: “Dema ku qeyûm tên tayînkirin, wezîrê karên hundir di qare qar dikir û gi got; ‘Ev pereyan dişînin çiyê.’ Erdogan jî di got; ‘Bacên gel ji bo rêxistinê dişînin.’ Lê bi vê danişînê ve careke din diyar bû ku ev îdia tenê derew û bêbextî ne. Li Tirkiyeyê êdî ne pîvanên hiqûqê, tercîhên siyasî yên îktîdarê û fermanên qesrê hene. Dema ku dewr guherî dê hesabê vê bidin.”

Polîtîkaya Lîbyayê

Têkildarî mijarê Lîbyayê jî Kubîlay wiha got: “Êdî qada nû ya polîtîkaya derve ya mezhepperest, mêtinger û mîlîtarîst a AKP-MHP’ê Lîbya ye. Erdogan bi aşkerayî dibêje ku aliyekî şerê navxweyî yê Lîbyayê ne. Dibe ku hikûmeta Farac bijarteya Îxwaniyan ku Erdogan berdevkiya wan dike be. Lê şerê navxweyî yê Lîbyayê tercîha gelên Tirkiyeyê nîne. Bi stratejiya şer a li Rojhilatê Behra Spî û Bakurê Efrîqayê, hikûmeta AKP-MHP’ê hewl didin xwe ji têkçûna navxweyî xelas bikin û temenê xwe dirêj bikin. Erdogan hemû siyaset û stragejiya xwe li ser gef û şantajê ava kiriye. Ji ber vê jî tu kes pîte bi gotinên wî yên ji bo çareseriyê nake. Ji ber vê sedemeyê ku di heman rojê de Erdogan xwest biçe Cezayîrê lê ev daxwaza wî hate redkirin. Me weke HDP’ê du biryarên meclisê yên ji bo Lîbyayê red kir. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û muzakerayan bên çareserkirin.”

‘AKP-MHP êdî veguheriye bloka şer’

Kubîlay piştre jî bal kişand ser mijara Idlibê û ev tişt destnîşan kir: “AKP-MHP êdî veguheriye bloka şer. Dema em li Idlibê dinihêrin, dibînin ku li Sûriyeyê tengav bûne û bedela vê jî sivîl didin. Weke ku tê zanîn soz dabû Rûsyayê ku dê Idlibê ji cîhadîstan paqij bike. Lê berevajî vê çêbû. Mîna Idlibê, Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi komên selefî û cîhadîst tije kirin. Mûçe da wan û kirin artêş. Idlib ber bi şerekî mezin ve diçe. Êdî polîtîkaya wan a li Sûriyeyê têk çûye. Em careke din dubare dikin, bicihkirina sivîlên ku ji Idlibê direvin a li herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Êdî dev ji dijminatiya kurdan berdin, ji xaka Sûriyeyê derkevin û hewldanên ji bo çareseriyeke demokratîk negirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar