Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Encu: Komkujiya Roboskê bi zanebûn û plankirî hate kirin

Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu diyar kir ku Komkujiya Roboskê encama bêcezakirina leşker, polîs û rayedarên dewletê ye. Encu got ku berpirsyarên Komkujiya Roboskê rayedarên dewletê ne û wiha dom kir: “Em baş dizanin ku ev komkujî bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Biryarên AYM û DMME’yê jî siyasî ne. Lê dê têkoşîna me ya ji bo edaletê bidome.”

Hêzên artêşa tirk 8 sal berê di 28’ê kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê bi balafirên şer êrîşî şêniyên Roboskê kirin. Di encama bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatî bi hovane hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Roboskê 8 sal derbas bûn lê dîsa jî kiryar û berpirsyarên komkujiyê nehatin dîtin û darizandin. Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Komkujiya Roboskê red kirin, parêzeran dosya şand Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê DMME’yê jî bi hinceta ‘Hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane’ dosya red kir. Ji ber ku dosya hate girtin, parêzerên malbatên Roboskê careke din delîl kom kirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Qilebanê dan.

Têkildarî Komkujiya Roboskê, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Ferhat Encu ku di komkujiyê de 33 xizmên xwe winda kirin û zêdetirî 3 salan girtî ma ji ANF’ê re axivî. Encu anî ziman bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn lê hêj faîl nehatine dîtin û nehatine darizandin. Encu wiha domand: “Komkujiya Roboskê li Tirkiyeyê encama polîtîkaya bêcezakirina leşker, polîs û rayedarên dewletê ye. 8 sal bi têkoşîna edaletê derbas bûn. Di nava 8 salan de malbatên cangoriyan rastî hemû polîtîkayên qirêj ên dewletê hatin. Li dewsa kujer bên dîtin û darizandin, kesên daxwaza edaletê dikin hatin darizandin. Malbatên cangoriyan hatin binçavkirin, girtin û her roj li salonên dagdehan de derdikevin pêşberî dadgeran. Dewletê bi rêya darazê xwest em dest ji doza xwe ya edaletê berdin. Lê me gav paş de ne avêt û heta kujer bên darizandin em ê berxwedana xwe xurt bikin.”

‘Berpirsyarên komkujiyê rayedarên dewletê ne’

Di berdewamê de jî Encu anî ziman ku bi Komkujiya Roboskê re civaka Tirkiyeyê travma derbas kiriye û wiha got: “Dîmenên li Roboskê ji hişê tu mirovî naçe û her gav ew dîmen di serê mirovan de zindî dibe. Serokwezîrê deme Tayyîp Erdogan got; ‘Dê berpirsyaran bibînin û bidarizînin.’ Piştî vê axaftinê jî Erdogan, Serfermandarê Giştî yê Artêşê bi sedema hesasiyet nîşan daye spasiyên xwe anîn ziman. Li holê 19 jê zarok 34 mirov hatin kuştin. Cenazeyên wan perçe bûn û li ser pişta hespan anîn. Cenaze li ser hev avêtin roporka traktorê. Li gel vê yekê spasiya hesasiyetê dike. Ji destpêka komkujiyê heta niha em wekî malbat diyar dikin ku yên ev komkujî kirin, kesên vî welatî bi rêve dibin in. Ji ber vê yekê ev komkujî di zanîna otorîteya siyasî de pêk hatiye. Ji destpêkê heta niha tu rayedar û berpirsyar nehatin darizandin û lêpirsîna wan nehat kirin. Tu kes ji peywirê nehatin girtin. Ji ber vê yekê gotina serokwezîre wê demê tenê di gotinê de ma. Li gotinê de ma bibêjim, şaşe. Ji ber ku li dewsa kujeran malbatan hatin darizandin. Bi pêkanînên dewletê ev travma hîn bêhtir kûr bû. Ji bo komkujiyên weke Roboskê neyên kirin, ew her roj bêhtir têkoşîna xwe xurt dikin.”

‘Komkujî biplan û zanebûn hatiye kirin’

Encu destnîşan kir ku ji ber têkoşîna edaletê, rastî bêhiqûqiya dewletê tên û wiha pê de çû: “Komkujiya Roboskê ne komkujiyek ji rêzê û bi xeletî pêk hatiye. Ev komkujî di encama bombebarankirina 40 kêliyan de pêk hat. Berî komkujiyê jî nêzî 12 demjimêran jî balefirên bêmirov dîmen girtin û ji konrolê re şandiye. Li gel vê yekê qereqol baş herêmê dişopîne û li ber çavên wan derbas dibin. Dewlet baş dizane ew kes kî bûn û ber bi kuderê ve diçûn? Em baş dizanin ev komkujî bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Dema em li encama polîtîkaya bêcezakirinê dinerîn û dibînin ev yek bi destê dewletê bi awayeke plankirî pêk hatiye. Lê binêrîn ne tenê malbatên cangoriyên Roboskê, kesên ku li dijî komkujiyê dengê xwe derdixe rastî polîtîkayên hikûmetê yên cezakirinê tê. Piştî ku kujer nehatin dîtin li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Pirsûs û li Til Rifatê li dijî zorokan komkujî pêk hat. Ev polîtîkayek plankirî ya dewletê ye.”

‘Biryarên AYM û DMME’yê siyasî ne’

Herî dawî jî Encu bal kişand ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ev tişt anî ziman: “Biryarên AYM û DMME’yê teqez biryarên siyasî ne. Roboskê li vî welatî ne cihekî serbixwe ye. Polîtîkayên hatin meşandin, li Roboskê hîn bêhtir hat kirin. Serdana malbatan a goristanan qedexe kirin. Xwestin bi zorê malbat bibin cerdevan. Doz bê encam hiştin. Dewletê bi bertîl û polîtîkayên cuda bandor li ser biryara AYM û DMME’yê kirin. Gelek balkêşe ku dema hefteya destpêkê ya komkujiyê, dewletê xwest rêya hiqûqê bigre. Her wiha serdozgeriya komarê biryara veşartî danî li ser dozê û li ser dozê girt û sewqî serdozgeriya leşkerî kir. Piştî van hemû rêyan, me weke malbat mafên xwe yên şexsî bikar anîn û serî li AYM û DMME’yê da. Lê mixabin bi hinceta ewraq kêmin li ser dozê de girtin. Ji bo em vê doz û darizandinê ji nûve zindî bikin em têdikoşin. Ev yek dê hêviyê ji nûve zindî bike.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar