Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Qurbaniyên Komkujiya Roboskê li gelek navendan hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskê û şermezarkirina berpirsyarên wê, li Wan, Amed, Êlih, Dêrsim, Edene, Mêrsîn û Hatayê merasîmên bîranînê û daxuyanî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku heta kujer û berpirsyarên komkujiyê tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin

Hêzên artêşa tirk di 28’ê kanûna sala 2011’an de li ser fermana rayedarên dewleta tirk li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê bi balafirên şer bombe li welatiyên sivîl barandin. Di encama bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl bi hovane hatin qetilkirin. Bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê, li gelek navendên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de:

WAN

Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de berdevkê Demê yê KESK’ê Nacî Kaçmaz axivî û qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anî. Kaçmaz anî ziman ku helwesta AKP’ê ya li hemberî Komkujiya Roboskê, pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkan, çareseriyê bi xwe re nayîn û pirsgirêkan kûrtir dike.

AMED

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê jî bi wesîleya 8’emîn salvegera komkujiyê li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî xwend û bang li îktîdarê kir û xwest ku kiryar û berpirsên komkujiyê bên dîtin û darizandin.

ÊLIH

Bi heman boneyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê polîsên ku derdora HDP’ê dorpêç kirin, bi şertê ku tenê parlamenter bi axivin destûr dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û rêveberên HDP’ê amade bûn. Hevserokê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî xwest daxuyaniyê bixwîne lê polîsan destûr neda. Parlamenteran bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Li ser vê yekê parlamenter Başaran daxuyanî da û diyar kir ku destûr nedayîna daxuyaniyê jî nêrîna dewletê ya ji bo komkujiyê radixîne holê û dê hesabê komkujiyê bipirsin.

DÊRSIM

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de platformê pankarta ‘Ji bo Roboskiyên din pêk neyên, ji bîr neke û nede jibîrkirin’ vekiribû. Di çalakiyê de li ser navê platformê hevserokê HDP’a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl daxuyanî da û qurbanî bi bîr anî. Yeşîl komkujî şermezar kir û diyar kir ku heta ji berpirs û kujeran hesab tê pirsîn dê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê jî beşdaran 34 nepox li hewayê berdan.

EDENE

Bi heman boneyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî li Parka Heykelliyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de rêveber û parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî amade bûn. Li ser navê çalakvanan serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor daxuyanî da. Ongor bi lêv kir ku hemû dinya di mijara Komkujiya Roboskê de bêdeng ma û hiqûqa bêcezakirinê ev 8 sal in didome. Ongur xwest ku ji kujer û berpirsiyaran hesab bê pirsîn.

MÊRSÎN

HDP’a Mêrsînê jî li avahiya xwe qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî amade bûn. Di merasîmê de hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş axivî û da zanîn ku kujerên komkujiyê nehatine darizandin û heta kujer tên darizandin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.

HATAY

Li Hatayê jî rêxistina HDP’ê ya navçeya Îskenderûnê li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xist. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Nevzat Guzel di bîranînê de axivî û xwest ku berpirsên komkujiyê bên darizandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar