Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dayika baş û xerab tune ye, xerab hûn in’

Dayikên Şêmiyê û xizmên windayan ên Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windahiyên xwe pirsîn. Di çalakiyan de komkujiya Roboskiyê hat bibîranîn û hat gotin ku dayika baş û xerab tune ye, xerab hûn in

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û hesab ji kujeran bê pirsîn, di hefteya 770’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa polîsan Dayikên Şemiyê û xizmên windayan asteng kirin û destûr nedan ku li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê piştî astengiya polîsan hatin li kolana pêş ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî dan.

Piştre aqûbeta Serokê Federasyona Tevgera Xwendekaran Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê Kanûna 1994’an de li Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.  Li ser navê Komîsyona Li Dijî Windakirina Bin Çavan a Dayikê Şemiyê ya ÎHD’ê Besna Tosun daxuyanî da.

Tosun anî ziman ku binpêkirinên mafan ên di sala 2019’an de ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve pêk hatin, kirine tiştekî asayî û berpirsiyar bê ceza tên hiştin. Tosun, da zanîn ku berpirsiyarên binpêkirina mafan bên dîtin, darizandin û cezakirin erk û peywira dewletê ye û wiha got: “770 hefte ye, ji bo her tişt li gorî qûralê hiqûqê pêk bê, li qadan daxuyaniyê didin çapemeniyê. Ji bo bersûc bên dîtin û edalet cihê xwe bibîne, em bang li rayedarên îdarî dikin.”

Tosun diyar kir ku 25 sal in aqûbeta Îsmail Bahçecî dipirsin û dazanîn ku malbatan wê demê xwest bi Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Serokomar Suleyman Demîrel re hevdîtin bikin, lê randevûyên wan qebûl nekirine û ev tişt anî ziman: “Malbatan piştî têkoşînek dirêj bi Wezîrê Dewletê yê berpirsiyarê Mafên Mirovan Azimet Koyluoglu re hevdîtin kirin û diyar kirin ku dibe Îsmaîl Bahçecî bi îşkenceyê hatibe kuştin û avêtibin çalekê. Wezirê Karên Hundir Nahît Menteşe jî got ‘Dua bikin ku kurê we di destê polîsan de be. Em ê lêkolîn bikin û agahî bidin we’ Lê piştî wê qet li malbatê negeriyan. Di 25’emîn salvegerê de em dixwazin rayedarên darazê erka xwe pêk bînin Em ji bo Îsmaîl Bahçecî û hemû windayan edaletê dixwazin. Heta aqûbeta wan ronî bibe em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.”

Birayê Îsmîl Bahçecî Umut Bahçecî jî diyar kir ku qatilê birayê wî Mehmet Agar e û got ku dê heta dawiyê şopdarê dozê be.

Her wiha dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî 34 kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: “Ez kî me, dayika kê me? Dayika baş û xerab tune ye. Hûn xerab in. 24 sal in em li zarokên xwe yên ku we winda kirine digerin.”

Divê ji malbatên Roboskiyan lêborîn bê xwestin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û malbatên xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê jî çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyan de malbatan qurbaniyên Roboskêyê bi bîr anîn û xwestin ku dewlet lêborîn ji malbatan bixwaze.

Li Amedê malbatan bi dirûşma ‘Winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakiya xwe ya 568’an pêk anîn.

Di çalakiyê de endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin axivî. Yalçin diyar kir ku bi salan e lêgerîna wan a edaletê didome û destnîşan kir ku dewlet tevî hesapnedayîna windayîn salên 90’î israra xwe ya ji bo derneketina heqîqetê jî didomîn.

Yalçin di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Roboskiyê û got ku tevî 8 sal ji ser komkujiyê derbas bûye jî hêj edalet pêk nehatiye. Yalçin destnîşan kir ku jana malbatê Roboskiyê hîn wek roja ewil teze ye û da zanîn ku divê dewlet ji bo komkujiya ku li Roboskiyê pêk hatiye lêborînê bixweze.

Piştî axaftinan aqûbet Mehmet Ozdemîr ku di salan 27’ê Kanûna 1997’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Li Êlih û Îzmîrê çalakî

Li Êlihê jî malbatên xizmên windayan û ÎHD’ê bi çalakiyên xwe yên heftanan aqûbeta windahiyên xwe pirsîn.

Di çalakiyê de qurbaniyên komkujiya Roboskiyê hatin bibîranîn û hat gotin ku heta faîlên Roboskiyê bên zelalkirin dê çalakiya xwe dimandin

Her wiha li jî Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD’ê aqûbeta windahiyên xwed pirsîn. AMED / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar