Îro jî li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî nizm firiyan. Balafirên şer ewqas nizm firiyan ku bi çav jî dihatin dîtin
Tevgera balafirên şer a li ser herêma Mexmûrê roj bi roj zêdetir dibe. Balafirên ku nayê zanîn bê ka yên kîjan welatî ne, ji danê sibehê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi awayekî nizm difirin. Li gel balafirên şer, balafirên keşfê jî digerin. Balafirên şer ewqas nizm difiriyan ku bi çav jî dihatin dîtin.
Hêjayî gotinê ye ku balafirên şer ên dewleta tirk di 18’ê tîrmehê seat di 24:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kiribûn. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûbûn. MEXMÛR