HDP’a Osmaniyeyê 3’yemîn kongreya xwe pêk anî. Di encama kongreyê de Kadriye Toren û Alî Coşkun weke hevserokên HDP’a Osmaniyeyê hatin hilbijartin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê bi dirûşma ‘Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.
HDP’ê kongreya xwe li avahiya Navçeya Navendî li dar xist. Di kongreyê de berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Kemal Pekoz jî amade bûn. Di kongreyê de Kubîlay anî ziman ku dê sala 2020’an bibe sala rizgariya gelan.
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Kemal Pekoz jî bal kişandin ser Komkujiya Roboskê û di serî de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û komkujer şermezar kirin.
Piştî axaftinan raporên xebatê û malî hatin xwendin. Herî dawî jî Kadriye Toren û Alî Coşkun weke hevserokên HDP’a Osmaniyeyê hatin hilbijartin. OSMANIYE