DÎSA-DER’ê ji bo balê bikişîne ser çand û zimanê kurdî, li Wanê şeva dengbêjan lidar xist. Dengbêjan kilamên xwe diyarî qurbaniyên Komkujiya Roboskê kirin
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ji bo balê bikişîne ser pişaftina li ser zimanê kurdî, li avahiya komeleyê çalakiya dengbêjan li dar xist. Jinên dengbêj bi kiras û fîstanên xwe yên reng bi reng beşdarî şahiyê bûn. Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên bajar jî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dengbêj Meryem Tuncer axivî û bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê. Tuncer di serî de qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi bîr anî û got ku ew klamên xwe diyarî 34 sivîlên li Roboskê hatine qetilkirin dikin.
Piştî axaftina Tuncer, dengbêjan bi dorê kilam gotin û diyarî Roboskê kirin. WAN