Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dengê azadiyê bilind bikin

Sala 2019’an bi hemû êş û zehmetiyên xwe ve bi dawî dibe. Ji niha ve herkes dest bi nirxandina vê salê kiriye. Ji bo bi awayekî xurt û baş dest bi sala nû bê bikin, herkes hewl dide ku ji vê salê encam û ezmûnekî baş derxe. Di Rojihlata Navîn de, di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de gelek bûyer û pêşveçûnên girîng hatin jiyîn. Bêgûman qada sereke ya rengê siyaseta herêmê diyar dikir jî erdnîgariya Kurdistanê bû. Lewma pêwîst e hêzên kurd bikaribin bi her awayî ezmûnek baş ji pratîka sala 2019’an derxin.

Ji bo mirov bikaribe encamekî baş ji vê salê derbixe beriya her tiştî pêwîst e mirov çend pirsan pêş bixe. Gelo di vê salê de bûyer û pêşveçûnên li Kurdistan û derveyî welat qewimin li ser siyaseta kurd bandorekî çawa çêkir?

Gelê kurd sala 2019’an bi Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin ve pêşwazî kir. Ev çalakiya ku 200 rojî berdewam kir ast û biryara kurdan a berxwedanê destnîşan dikir. Bi îradeya ku ji vê berxwedan derketiye holê di 31’ê Adara 2019’an ji bo hilbijartinên herêmê gel çû ser sindoqan. Gelê kurd li roxmî hemû polîtikayên çewisandin û înkarê di vê hilbijartinê de jî xwedî li nirxê xwe derket. Di nîvê sala 2019’an de ev du ezmûnên girîng bûn ji bo gelê kurd. Di van herdû ezmûna de jî bi serkeftî û bi biryarbûyênek e xurt pêvajo hat pêwazî kirin.

Bi êrîşên li ser Rojava yên ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de despêkirin hêzên kurd ketin pêvajoyek nû. Bêgûman her çiqas ev êrîş di warê leşkerî de hatibin kirin jî, pêwîstî heye ji milê dîplomatîk û civakî jî mirov berxwedana ku li hemberî vê êrîşê pêş ketiye binirxîne.

Lewma di vê pêvajoyê de di milê siyasî, civakî û dîplomatîk de gelek bûyerên girîng hatin jiyîn. Li rojavayê Kurdistanê li roxmî hemû êrîşan gel xwedî li nirxên xwe derketin. Ev yek jî, asta îradeya rêxistina civakî û xwedî li nirxê xwe derketinê dide nîşandan. Bi îradeya xwe ve ji bo xwe û axa xwe biparêze canê xwe danî holê. Bi îradeyek mezin li roxmî hemû bê derfetan xwe parast. Ev jî aşkera dide diyar kirin ku gelê kurd di çi astê de bi axa xwe ve girêdayî ye. Mijara din a ku herî girîng ew bû ku, di qada navneteweyî de cara yekem ji bo kurdan çalakiyên wisa girseyî hatin lidarxistin. Ev çalakî ne tenê di warê civakî de di her qada civakê û bi taybet jî di qada siyasî, dîplomatîk de pêş ketin. Lewma dema mirov vê salê dinirxîne, mirov bi awayekî aşkera dikare bêje ku di vê salê de cara yekem têkoşîna gelê kurd di qada navneteweyî de wisa deng veda. Ev jî bûyerek girîng a vê salê bû.

Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi taybet jî li Kurdistanê hertim pêvajoyên dîrokî û her ewqas girîng hatine jiyîn. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe ji van bûyer û pêvajoyan dersên baş derbixe. Di halê heyî de asta dîplomasiya kurd ji bo bikaribe li gor berjewendiyên xwe yê neteweyî encamên girîng ji van pêvajoyan derbixe heye. Lê pêwîst e di rewşa tevlihev de bêyî ku bibe amûrê destê hin hêzên mezin bi îradeya xwe ya azad li ser pêyan bimîne. Ji bo mirov bikaribe di vê astê de jî têbikoşe astengî û zehmetiyên pir mezin heye. Va ye pratîka di sala 2019’dan mîna vê ya herî baş e.

Di vê salê de di nav hêz û partiyên kurd de PDK bi partîk û hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bû rûreşiya gelê kurd. Li roxmî êrîşên dewleta tirk pêwîst bû ku rayedarên PDK’ê di eniya berxwedana gelê kurd de cihê xwe bigire. Lê mixabin ew hertim li pey berjewendiyên xwe yê hizbî û malbatî ketin. Lewma mirov dikare pratîka PDK’ê wek mînakek bûyerên nebaş a sala 2019’an bide.

Ji bo di qada navneteweyî de dîplomasiyek e xurt bê meşandin beriya hertiştî pêwîstî bi îradeyek neteweyî ya gelê kurd heye. Sedema heya niha di qada navneteweyî de gelê kurd nebûye xwedî îradeyek siyasî ew e ku herdem partî ango kes derketine pêş. Lewma ji bo dawî anîna li vê qedera kambax hewildanên kongereya neteweyî ya ku bi pêşengiya KNK, hunermend, rewşenbîrên kurd hatiye destpêkirin pir girîng û bi wate ye. Di vê salê de yek ji bûyerên girîng ku mirov bikaribe binirxîne jî ev e. Ji bo ev xebat bigihêje serkeftinê pêwîst e her partî, sazî û kesên ku alîgirê yekitiya gelê kurd in, bêyî li xwe ango berjewendiyên xwe yê ferdî bifikire bi dilsoziyek mezin ve vê xebatê piştgirî bike. Hêvîdar im sala 2020’an ji bo gelê kurd bibe sala yekitî û serkeftinê.

Dîrok di vê mijarê de deyndarê gelê kurd e. Axa ji mirovahiyê re malovanî kiriye jiyanek aram û serfiraz heq kiriye. Lewma em bikaribin ji vê salê ezmûnek baş derbixin û di sala nû de ji bo azadiyê têkoşînek xurt bidin meşandin erk li ser milê her kurdekî ye. Ji bo ala azadiyê li ser vê axa pîroz bilind bibe şert û merc gûncaw in. Êdî maye em bi hev re destê dengê azadiyê bilind bikin.

Bi hêviya di sala nû de, jiyanek azad bijîn. Sersala we pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar