Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Piştî 9 mehan fotokopiya nameyê şandin!

Taner Sala ji Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê di 6’ê adara 2019’an de têkildarî grevên birçîbûnê nameyek şandibû. Lê belê piştî 9 mehan îdareya girtîgehê ji dêvla orjînala nameye fotokopiya nameye şand ÎHD’ê ya Amedê

Taner Sala ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, di 6’ê adara 2019’an de derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek nivîsandiye û ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şandiye. Lê belê îdareya girtîgehê piştî 9 mehan, di 1’ê kanûnê de daye postexaneyê û name di 9’ê kanûnê de gihaye şaxa ÎHD’ê. Her wiha îdareya girtîgehê ji dêvla orjînala nameyê fotokopiya nameyê şandiye.

Sala di nameya xwe de bal kişandiye ser bipêkirinên mafan ên piştî çalakiya greva birçîbûnê.

Naveroka nameya Sala yê piştî 9 mehan gihiştiye destê ÎHD’ê wiha ye: “Birêz xebatkarên mafên mirovan; dixwazim bal bikişînim ser binpêkirinên kêfî. Em bawer dikin heger hûn komîsyonekê rê bikin wê dawî li van pêkanînên kêfî û neqanûnî bê. Niha li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê, ez û 20 hevalên xwe bi dirûşma ‘Daxwaza rewa ya Leyla Guven daxwaza me ye’ di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Di odeya ez lê me em 10 kes di grevê de ne. Ji ber em di greva birçîbûnê de ne her roj lîmon, şekir û hinekî xwê didin me. Lîmonên didin me jî bi qasî gûzekê mezin in. Her wiha vîtamîna B1, karbonat û mast jî nadin me.”

Li korîdorê muayenekirinê ferz dikin

Li korîdorê li tansiyon û kîloya me mêze dikin an jî li revîrê. Hevalê me di roja 60’î de ye. Bêhal e û nexweşîn lê peyda bûne. Mesela ji ber deng û ronahiyê nerihet dibe. Her wiha tiştan ji bîr dike. Nikare pir bimeşe, gava dimeşe dibetile. Diviya ev heval li odeyê bihata tedawîkirin, lê mueyaneya li korîdor û revîrê tê ferzkirin. Heta diçe korîdorê, ji hal dikeve.

Mafê nêçewergirtinê tê astengkirin

Ji aliyê din ve sirf ji ber em ketine greva birçîbûnê rojnameyê jî nadin me. Dibêjin ‘Em nadin, em li benda xebera dozgeriyê ne.’ Ligel vê nameyên ku em ji hevalên xwe yên di girtîgehên de ne dişînin bêyî ku peyveke derbarê rêxistinê jî di wan de hebe dibêjin ‘Ji ber moral û motîvasyonê dide terorîstên PKK’î yên di girtîgehên din ne hatine desteserkirin’. Bi vî awayî mafê me yê ragihandin û nûçewergirtinê tê bipêkirin.

Çima destê xwe dixe bêrîka xwe?

Her wiha ji ber em ketine greva birçîbûnê nahêlin em destên xwe têxin bêrîka xwe jî. Berê tiştekî wiha tunebû. Gava em destê xwe dixin bêrîka xwe dibêmin, ‘te tiştek veşartiye’. Em dixwazin ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin. Loma daxwaza me ew e ku hûn di warê hiqûqî de bi vê meseleyê re eleqedar bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar