Di çarçoveya bernameya Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê ku ji aliyê Şaredariyê Êlihê ve tê lidarxistin de panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) ve tê organîzekirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê pêk hat. Di çarçoveya bernameyê de panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin. Di panelê de destpêkê Sultan Yaray li ser mijara di wêjeyê de helbest û jin axivî. Piştre Roza Metîna li ser mijara wêje û jin, Herdem Merwanî li ser wêje û zindan û herî dawî Xecê Şen li ser mijara di wêjeyê de zayendperestî axivî. Moderatordaya panelê ji aliyê Dîlan Aydin ve hat kirin.
Sultan Yaray bal kişand ser zextên ku di qada wêjeyê de li ser jinê tê kirin û wiha got: “Helbest jinê azad dike. Jin ji bo helbestê û wêjeyê têkoşînek mezin da. Ev têkoşîn ji aliyê mêran ve nehatiye xwestin ku bê dîtin. Loma jin her dem bi zextên cur be cur re rû bi rû hatine hiştin. Loma ji bo jin li ser pêyan bimînin divê di nava çar dîwaran de asê neyên hiştin. Çimkî ya ku wêjeyê geş dike û civakê pêk dixe jin e. Ji bo pêşketina jinê em ê her dem li ber xwe bidin.”
‘Wêje bi teşiya jinê tê rêsandin’
Roza Metîna jî da zanîn ku jin di rêya wêjeyê de kedek mezin daye û ev tişt anî ziman: “Gelek navên jinên ku di warê ziman û wêjeyê de kedek mezin dane hene. Lê gelek kes bi van navan nizanin. Ji ber ku bi salan e ji ber zihniyeta baviksalarî keda jinê hatiye binaxkirin. Rengên tundiyê di heman demê de xwe dispêre zayendperestiyê. Hemû têgehên namûsê jî li ser bedena jinê tê meşandin. Ji ber ku heta niha ev zext û zordestiya li ser jinê dewam dike loma jin di qada wêjeyê de zêde derneketiye pêş. Lê her dem wêje bi teşiya jinê tê rêsandin.”
‘Gelek jin helbest û çîroka xwe ya yekem li zindanê nivîsandine’
Herdem Merwanî bal kişand ser mijara wêje û zindan û ev tişt diyar kir: “Jinên di zindanan de tu carî serî netewandin. Wan her dem zindan ji xwe re kirin qada zanînê. Gelek jin helbest û çîroka xwe ya yekem li zindanê nivîsandine. Xwe di zindanê de perwerde kirine. Xebatên di qada wêjeyê de li zindanê kirine. Loma di wêjeyê de divê em her balê bikişînin ser mijara wêje û zindanê. Ji ber ku dema em behsa wêje û zindanê nekin dê wêje kêm bimîne.”
‘Gotinên zayendperest zirarê dide wêje û civakê’
Herî dawî Xecê Şen jî behsa di wêjeyê de zayendperestiyê kir û ev tişt anî ziman: “Di wêjeyê de zayendperestî mijarek girîng e. Dema em lê dinêrin hem di wêjeyê de hem jî di nava civakê de gotinên zayendperest pir tên bikaranîn. Gotinên mîna ‘Bûka biçûk’,’Biratiya gelan’,’Xwedê birayê te bihêle’ û hwd. gelek in. Dema ev gotinan tên bikaranîn ev li ser binhişiya civakê jî gelekî bandorek neyînî dike. Divê em di her qadê de xwe ji zimanê zayendperestiyê dûr bixin. Gotinên zayandperest zirarê dide wêje û civakê.”
Her wiha piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. ÊLIH