Li nêzî Eyn Îsayê di navbera çeteyên dewleta tirk û hêzên rejîmê de şer qewimî
Dewleta tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê li gundê Heşlûm yê 30 kîlometre dikeve rojhilatê Eyn Îsayê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên dewleta tirk de şer qewimî Hate ragihandin ku di şer de çekên giran tên bikaranîn. Têkildarî şerê li herêmê agahiyên berfirehtir nehatine bidestxistin.
Dewleta tirk parelel bi êrîşan re gundê Fatsa yê 15 kîlometre dikeve rojhilatê Eyn Îsa û li nêzî depoyên genim a Şergîrak e topbaran kir. EYN ÎSA