Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Yekitiya neteweyî tenê bi niyeta baş pêk nayê

Der barê yekitiya neteweyî de ango yekbûyîna kurdan gelek helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedarên kurd axiftinên dîrokî kirine.

Di hevoka xwe ya bi nav û deng a der barê yekitiya neteweyî de Cegerxwînê nemir: ”Ger hûn nebin yek hûn ê biçin yek bi yek” gotiye.

Dîsa gotina Rewşen Bedirxan a ku dibêje, ”Xwe bikin yek ez Kurdistanekê diyarî we bikim” jî tê zanîn.

Bêguman gotinên pêşewayê mezin Qazî Mihamed ê ku dibêje; ”Yek zêde yek zêde yek zêde yek, nake çar. Li Kurdistanê yek zêde yek zêde yek zêde yek, dike yek” jî tê zanîn.

Mixabin Kurdistan welatekî ku xwedan gelek xayîn û xiyanetkaran e. Welatekî ku kesên xwe ji ber berjewendiyên teng, malbatî û eşîrî zû berve dijminan ve dibazîne. Dîsa mixabin, gelek caran dema ku dibin xizmetkarên dijminan jî ne di ferqê de ne ku rewşa xiyanetê dijîn. Dîroka Kurdistanê bi sedan heta bi hezaran kes, malbat û eşîrên wiha tijiî ne.

Lê dîsa jî pêwîst e were zanîn ku li derveyî kesên wiha xayîn û kesên ku xwe ji bo çend mangir û çend perçe ax firotine, li Kurdistanê her kurdek teqez der barê yekitiya neteweyî di dilê xwe de çend gotin kirine û her bi hesret û kişandina kesereke mezin jî yektiya netewî xwestiye.

Îro jî, piştî êrîşa li ser Rojava gelê kurd piranî kala yekitiya neteweyî û pêwîstiya yekitiya neteweyî dike.

Bêguman êrîş tenê li ser Rojava nîne. Li Bakur de her roj êrîşen nû dibin ser şaredariyên gel. Hewl didin tevahî destkeftiyên kurdan têk bibin. Carek din qedexeyan û lîncan dibin ser kurdan, zimanê kurdî û gotina Kurdistanê.

Li Iraqê nîqaşa rakirina destûra Iraqê dikin ku destkeftiyên Federasyona Kurd ji holê rabikin.

Nîqaşên ku der barê piştî dagirkirina tevahî Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku dewleta Tirkiyê berê xwe bide Mûsilê jî tênkirin. Di giştpirsî ango referanduma 2017’an de me dîtibû ku dewleta tirk di rastiyê de li ser Federasyona Kurdistanê çi dihizire.

Dîsa tê nîqaşkirin ku dewleta tirk bi bypaskirina Federasyona Kurdistanê hewl dide li ser Til Hafer, peywendiyan bi Iraqê re deyne.

Bi kurtahî, ev û gelek geşedan xeteriyên din li ser Kurdistan kir ku gelê kurd li çar perçeyan û derveyî welat, bi hêrsek û înfîaleke mezin rabû ser piyan û nîqaşek berfireh li ser yekitiya neteweyî bimeşîne.

Bêguman gelek caran Kurdan nîqaşên yekitiya neteweyî meşandine. Gavên herî berbiçav di salên 2013’an de hatibûn avêtin. Lê mixabin ji ber destwerdan û hevkariyên hêzên derve ew hewldan neçûn serî.

Niha carek din gavên girîng di milê xebatên yekitiya neteweyî de tên avêtin, ev jî rastî cihê kefxweşî û şanazîyê ye.  Bi taybetî gavên ku li Bakur û li Rojava tên avêtin mirovan kefxweş dike. Her wiha gavên ku çi di milê hinek saziyên siyasî de û çi jî di milê hunermend û rewşenbîran de li Ewropayê tên avêtin jî mirovan kefxweş dike.

Bêguman ku perçeyên herî zêde piştgiriya xebatên yekitiya neteweyî dikin him Başûr him jî Rojhilat e. Di êrîşên dewleta tirk de me dît ku çawa gelê me li Başûr û Rojhilat her tim ji bo pêşengiya nirxên neteweyî amade û li ser piyan e.

Lê ruxmê ku di kolanan de gelê me di çar perçeyan de yekitiya neteweyî avakiriye, em di asta partiyên siyasî de vê nabînin. Berovajî, pirî caran ji ber bêdengiya hinekan, hinekê din ên ku bêbiryar jî bi bandor dibin û nakevin nav xebatên yekitiya neteweyî.

Çi dibe bila bibe, hincet-sedem çendî rast jî bin, ti îzahata ku yek kesek, yek rêxistinek, yek partiyek nekeve nav xebatên yekitiya neteweyî nîne û nabe jî!

Lê pêwîst e em bizanin ku di dîroka kurdan ya dûdirêj de gelek kes, rêxistin, partî heta malbat, binemal, eşîrî ji bo berjewendiyên xwe yên teng nehatine yekitiya neteweyî, berovajî, di milê dijminên kurdan de dijî berjewendiyên kurdan wek xayînan û xiyanetkaran hatine bikaranîn. Û pirî caran jî ji ber aliyên wiha gelê kurd pir êş û azar jiyane.

Bi gotinek din êdî pêwîst e ku kurd di xebatên yekitiya neteweyî de tenê bi niyetên pak û saf tevnegerin. Berovajî, êdî pêwîst e ku ji herkesî, ji her rêxistinekê, ji her partiyek siyasî û ji her malbat û eşîrê teqez helwestên wan aşkera bê xwestin.

Û êdî dem hatiye ku bêyî virda û wirda kî û kijan derdor nayê yekitiya neteweyî û kî astengiyan li ber yekitiya neteweyî derdixe, pêwîst e di nav civaka kurd de bi tundî were teşhîrkirin û heta ku ev kes û derdor werin yekitiya neteweyî ev teşhîr bênavber bidome.

Bi rastî jî êdî çaqo ango kêr gêştiye hestî, êdî gelê me nema parçebûyînê radike!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar