Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû

Duyemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku li Êlihê bi tevlêbûna gelek nivîskar, wêjevan û helbestvanan dest pê kiribû, di roja 5’emîn de bi dayîna xelatan bi dawî bû

Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ve hatibû organîzekirin, di roja 5’emîn de bi dawî bû. Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn hat lidarxistin. Di dawiya bernameyê de jî encama pêşbirka helbest û çîrokan a ji bo xwendekaran hate aşkerakirin.

Xelatên 10 xwendevanên di pêşbirkê de yekemîn derketin, ji hêla hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, helbestvan Berken Bereh û nivîskar Selîm Temo û nivîskarên din ve hatin dayîn. Di dawiya bernameyê de jî midûrê Çand û Hunerê yê Şaredariya Êlihê Ahmet Ogurlu axivî û got ku piştî demekî dirêj, Rojên Wêjeya Kurdî hat lidarxistin.

Ogurlu anî ziman ku ji niha û pê de jî daxwazin ku bêyî ku navberên dirêj bikevin navberê, her sal bi awayeke birêkûpêk bê lidarxistin. Ogurlu malovaniya her kesên ku keda wan derbas bûye kir û wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e em zimanê kurdî bi pêş bixin û bidin jiyîn. Dê ji bo vê pêşketinê jî çalakî û şahiyên me yên çandî û hunerî bidomin.”

Helbestvan Berken Bereh weke mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Kurdî bû. Di roja destpêkê ya bernameyê de Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Berken Bereh hatibû lidarxistin.

Bername bi kişandina wêneyê komî yê beşdarên Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar