Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Di rewşa heyî de lidarxistina kongreya neteweyî karê herî girîng e’

Nûnerên partiyên kurdistanî yên Kerkûkê diyar kirin ku li Rojhilata Navîn û cîhanê guhertinên stratejîk çê dibin û divê kurd jî li gorî wê xwe amade bikin. Nûneran destnîşan kir ku gava herî girîng a di vê serdemê de lidarxistina kongreya neteweyî ye

Nûnerên partiyên kurdistanî yên li Kerkûkê têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Ehmed Kerkûkî re axivîn.

Der barê mijarê de rêveberê Komîteya Partiya Şîa ya Kurdistanê ya Kerkûkê Bextiyar Mihemed anî ziman ku niha di asta cîhanê de guherînên mezin di aliyê siyasî û aborî de pêk tên û wiha domand: “Bi taybetî jî Rojhilata Navîn li ber guhertineke stratejîk e. Ev guherîn jî bandoreke demdirêj li ser gelê navçeyê dike. Em jî weke gelê kurd gelê herî mezin ê bê welatin. Divê em bibin yek û ji bo mafên xwe bi hev re bixebitin.”

Lidarxistina kongreya neteweyî

Mihemed diyar kir ku di kongreyê de divê ew çend tiştan aşkera bikin û wiha domand: “Weke diyarkirina xeta giştî ya asayîşa neteweya kurd, xeta giştî ya xebatên her çar parçeyên Kurdistanê bê zelal kirin ku al û sirûda neteweyî jî bê yekalîkirin. Di heman demê de divê dost û dijminên gelê ji hev bên cudakirin. Li darxistina kongreya neteweyî encameke mezin heye ku kurd bigihije aramiyek baştir. Ji ber wê li darxistina wê kongreya neteweyî bi girîngiyekî mezin dibînim.”

Êrîşên li dijî gelê kurd

Têkildarî mijarê hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya Meclisa Kerkûkê Rêhan Hemedanî jî bi lêv kir ku lidarxistina kongreya neteweyî xwedî girîngiyeke mezine û wiha pê de çû: “Bi taybetî dijminê gelê kurd di van deman de planên qirêj li ser gelê kurd dike. Her wiha çi li rojavayê Kurdistanê be, çi li Başûr be, bi her awayî dewleta tirk a dagirker li ser neteweya me bê navber planan dike. Her wiha li Bexdayê qala destûrê tê kirin ku ev jî metirsiyeke li ser gelê kurd. Pêwîste di destûra Iraqê de rê neyê dayîn ku destwerdana mafê gelê kurd bê kirin.”

Hewldanên ji bo kongreya neteweyî

Bi domdarî jî Hemadî anî ziman ku pêwîst bû ku piştî sala 1992’yan Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bihata li darxistin û ev nirxandin kir: “Lê mixabin nehate li darxistin. Di sala 2013’an de hewldaneke din çêbû lê mixabin ji ber sedemên hişmendiya parçegerî, berjewendiyên partî û desthilatiya hinek partî û aliyan ew hewldan jî bi ser neket. Divê ji niha ve aliyên Başûr li hemû beşên din ên Kurdistanê hewl bidin kongreya neteweyî pêk bînin. Ji ber ku Başûr li gorî parçeyên din di bin metirsiyeke mezintir de ye. Erdogan dibêje ku dê Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Aliyên siyasî yên beşên din ê Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî çend caran hatin Başûr lê hê jî ji Başûr şandeyek neçûye parçeyên din. Sedema vê jî berjewendiyên wan in. Ji her beşên rewşenbîr, mamoste û hemû beşên civaka me daxwaz dikim ku hewl bidin kongreya neteweyî pêk were da ku xwîna şehîdên me vala neçe.”

‘Divê kurd li gorî guhertinên li herêmê tevbigerin’

Sekreterê Şaxa Tevgera Goran a Kerkûkê Mamoste Muhemed Nesredîn jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Li herêmê guhertinên girînd diqewimin. Rewşa heyî ya li Kurdistanê girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî bêhtir radixe ber çavan. Ji ber ku ew guhertina li herêmê çêdibe bandorê li ser çarenûsa kurd dike. Divê di vê pêvajoyê de kurd xwedî nêrîneke hevpar bin. Ji bo vê jî gava herî girîng lidarxistina kongreya neteweyî ye. Hewceye berjewendiyên neteweyî esas bên girtin. Nabe ku tu partî berjewendiyên neteweyî bi qurbanê berjewendiyên partiya xwe bikin.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar