PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Parlamenter Tosun qetilkirina Cîhan Can xist rojeva meclisê

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, qetilkirina endezyar Cîhan Can ji hêla polîsan ve, bi pêşnûmepirsekê xist rojeva meclisê

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziya Tosun, qetilkirina endezyar Cîhan Can ku  di 27’ê kanûnê de di encama qelibîna seyareya zirxî ya polîsên dewleta tirk de hatibû qetilkirin, bi pêşnûmerpirsekê xist rojeva meclisê. Tosun ji serokatiya meclisê daxwaz kir ku wezîrê karên hundir Suleyman Soylu pirsên wê bibersivîne.

Pêşnûmepirsa Tosun wiha ye:

“* Der barê polîsê ku seyareya zirxî li Cîhan Can xist û bû sedema mirina wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?

* Hejmara kesên ku di 10 salên dawîn de bi seyareyên zirxî li wan qelibîne û jiyana xwe ji dest dane çend e? Li gorî bajaran rewşa vê yekê çawa ye?

* Di 10 salan de qezayên ku bi seyareyên zirxî pêk hatin çend in? Lêpirsînên ku der barê van qezayan de hatine destpêkirin di kîjan astê de ne?

* Hejmara seyareyên zirxî ku ji aliyê polîsan ve bi awayekî aktîf tên bikaranîn çend e? Belavbûna van maşîneyan li gorî bajaran çawa ye?

* Ji aliyê wezareta we ve ji bo astengkirina van qezayên ku her tim li bajarên kurdan pêk tên de xebatek hatiye destpêkirin an na?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar