Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê sala 2020’an ji faşîzmê re bibe kabûs

Îro 31’ê kanûnê ye, roja dawîn a salê ye. Hemû kes, civak, dewlet, rêxistin nirxandinên salê dikin. Bê guman hemû derdor li gor xwe nirxandinan dikin. Lê rastiyek heye ku sala 2019’an ji bo faşîzma Erdoğan darbeyek giran bû. Her çiqas  qîreqîr û xirecirê bike jî rastiya salê li ber çavan e. Tevgera azadiya gelê kurd û gelê kurd, bi berxwedana grevên birçîbûnê sala 2019’an pêşwazî kirin. Berxwedanên grevên birçîbûnê û berxwedana dayikên kurd mohra xwe li vê salê xistin. Ji bo demek be jî, bi Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Daxuyanî û sekna birêz Ocalan moral û hêviyeke mezin ava kir.

Stratejî û taktîkên HDP’ê ku di hilbijartinan de li pêşxistin darbeyek siyasî ya herî mezin li faşîzma AKP û MHP’ê xist. AKP û MHP di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gelek bajarê mezin windakirin. Di rastiyê de, têkoşîna rizgariya gelê kurd, pê da windakirin. Piştî windakirina hilbijartinan, têkçûna AKP’ê dest pê kir. Ji nav AKP’ê amedekariyên du partiyan hatin kirin. Partiya ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu pêşkêşî dike hate avakirin. Ya Alî Babacan jî di rê de ye. Her çiqas bi tayînkirina qeyûman û dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê xwestibe vê têkçûna xwe veşêre û rastiyê berevajî bike jî lê êdî xuyaye ku mirina wan nêzîk bûye.

AKP-Erdogan bûne wek Dehaqê hemdem. Ji bo gelê Rojhilata Navîn bûye toqa lenetê. Ji bo hebûn û desthiladariya xwe wek gayê çavsor êrîşî her derê dike. Geh êrîşê Başûr dike, geh Rojava… Niha jî xwe amade dike da ku mudaxeleyî Lîbyayê bike. Jixwe hevkarên xwe yên barbar ku mirovan serjê dikin, li Lîbyayê dest bi serjêkirinê kirin. Lê em dizanin ku ev hemû hewldanên veşartina qelsbûn û têkçûnê ne. Tu hêz nikare êdî vê rastiyê veşêre.

Dê hemû gel sersala 2020’an bi şahiyan pêşwaz bikin. Bi şahî û pîrozbahiyan dê bikevin sala 2020’an. Paşê jî adar heye Newroz heye. Newroz ji bo gelên Arî û hemû Rojhilata Navîn destpêka salê ye. Lê şahî û pîrozbahiya hêrî mezin a wê rojê ew ê têkçûna faşîzma AKP û Erdogan be. Ew roj wê bibe rojek pîroz. Ji bo vê rojê jî di vê salî de her roj têkoşîn û her roj berxwedan. Vê salê ew ê bibe sala pîrozbahiya têkçûna faşîzmê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar