Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin

Yek ji rîtuelên sersalê jî ‘Kal Gaxan’ e. Her çend hindik maye bê jibîrkirin jî, lê belê ev çend sal e hêdî hêdî tê pîrozkirin

‘Kal Gaxan’ ji nû ve tê pîrozkirin. Ev rîtuela ku nexasim a elewiyên Dêrsimê ye û hema bêje hatiye jibîrkirin, xwe dispêre dîrokeke beriya mîladê. Ev rîtuel, ji bo bi rêkirina sala borî û pêşwazîkirina sala nû tê pîrozkirin û heta orta meha çileyê didome.

Berê li gundan, gel ligel pîrz û anayan diçûn ser ziyaretan dua dikirin, çira pêdixistin û loqme li hev parve dikirin. Paşê lîstika Kal Gaxan dihat lîstin û yeko yeko li mala digeriyan û loqme berhev dikirin û loqme li hev dihatin parvekirin. Her wiha 3 rojan rojî dihat girtin, cem dihat kirin, genim dihat kelandin û ji bo heywan zêde bibin ew genim li axuran dihatin daliqandin. Di pîrozkirina Gaxanê de ji bo sala nû bibe sala xweşî û aramiyê, ji bo zalim û zilm biqede hêvî û dua dihatin kirin.

Peyama lîstika Gaxanê

Her wiha lîstika Kal Gaxanê jî lîstikeke balkêş e. Di lîstikê de du jin hene. Yek jê xwe dixe şiklê zilamekî extiyar û yek jê jî dibe bûk û kesekî ku ser çavê xwe reş kiriye heye. Li gorî bîr û baweriya elewîtiyê, padîşah di 21’ê kanûnê de diçe ser textê xwe û vê rojê li asîmanan stêrkek dixuyê. Kesê serçavê wî reşkirî, wekî  padîşahê nû tê zanîn. Kesê brû jî padîşah e. Bûk jî cîhanê temsîl dike û nîşan dide ku ev cîhan cîhaneke demborî ye.

‘Roja xizana ye’

Li Dêrsimê, îsal jî li navenda Dêrsim, li navçe û gundên wê hat pîrozkirin. Hunermend Metîn Kahraman jî tev li çalakiyên Gaxanê bû.

Kahraman anî ziman ku Gaxan destpêka salnameya îbadetê ya Dêrsimê ye û maneya wê jî verêkirina sala kevn û pêşwazîkirina sala nû ye. Kahraman destnîşan kir ku di heman wextê de Gaxan çalakiyeke piştevaniyê ye jî û dibe wesîleya bibîrxistina xizanan jî û wiha got: “Gaxan, Xizir û heftomal e. Yanî serdemeke meyî îbadetê ye ku 3 mehan didome. Ev rîtuel 21’ê kanûnê de dest pê dikin û heta 21’ê Adarê didomin. Di vê serdemê de pîr, raywer û murşîd diçin cem talibên xwe. Di 21’ê kanûnê de xane tên paqijkirin. Çimkî tê payîn ku di navbera 21’ê kanûn û 21’ê Adarê de Xizir dibe mêvanê xaneyan.”

‘Armanc zindîkirina çanda me ye’

Her wiha Kahraman anî ziman ku ji bo wan çiya û deşt pîroz in û got ku bi Gaxanê wê çerxa nûwaze ya xwezayê jî pîroz dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gaxan li ber jibîrbûyînê ye. Berê li gundan dihat pîrozkirin. Lê di çend salên dawî de hema bêje li her derî tê pîrozkirin. Armanca me jî em vê çandê ji nû ve bi bîr bixin û zinde bikin. Bila di sala nû de ji bo welatê me bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê. Bila bibe wesîleya berdana hunermend û siyasetmedarên girtî û tevahiya girtiyan.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar