Rewşa girtiyên nexweş veguheriye kangrenê. Di 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. ÎHD û CÎST’ê di nava salê de 7 hezar serlêdan ji bo Wezareta Dadê û CTE kirin lê bi hînceta ‘pêwîst e lêkolînên taybet were kirin’ bêbersiv hiştin
Li gorî daneyên Wezareta Dadê 260 hezar û 144 kes di girtîgehan de ye. Ji van 202 hezar û 434 yên hikumxwar in û 57 hezar û 710 jî girtî ne. Li girtîgehan her roja ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş gelek ji wan li ber sînorên mirinê ne û bi nexweşiyên xwe re têdikoşin. Tevî ku raporên girtiyan ên Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyan daye wan jî nayên berdan.
ÎHD’ê di sala 2019an de ji bo rewşa girtiyên nexweş bi 214 serlêdanan serî li saziyên wek Desteya Mafên Mirovan a Bajêr, Malên Cezayê Tevkîfê (CTE), Dozgeriyên Komarê, Rêveberiyên Girtîgehan, Odeyên Tabîban, Serokkomariyê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Saziya Tiba Edlî (ATK) dan û ji van serlêdanan tenê 99 serlêdan hatine bersivandin.
Serlêdan nehatin bersivandin
Her wiha Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Ceza de (CÎSST) têkildarî rewşa girtiyan di sala 2019’an de bi 7 hezar serlêdan serî li saziyên wek Wezareta Dadê, Desteya Mafên Mirovan a Bajêr, CTE û Rêveberiyên Girtîgehan da. Ji van serlêdanan gelek hindik hatin bersivandin. Di van bersivan de wiha hat gotin: “Em bi rewşa girtî re eleqedar dibin û pêdiviya wî/wê bi tiştek din nîne.” Li gorî sazî û dezgehên sivîl û siyasî di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
‘Di binpêkirina mafan de zêdebûneke cidî heye’
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Oran da zanîn bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmeha 2016’an her ku diçe binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibe û ev binpêkirin derketine astek cidî ku wan dixe nafa fikaran û got ku divê her kes bi rewşa girtiyên nexweş re eleqedar bibe.
Oran anî ziman ku li gorî daneyên komeleya wan li girtîgehên bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyê 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene.
‘Me di salekê de 7 hezar serlêdan kir’
Seroka CÎSST’ê Bêrîvan Korkut jî da zanîn ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş Wezareta Dadê û Malên Cezayên Tevkîfê (CTE) bi wan re daneyan parve nekirine û ev tişt anî ziman: “Wezareta Dadê û CTE daneyên pir bi sînorkirî parve aşkera dikin. Di derbarê hejmara girtiyan de bi demsalî agahiyan parve dikin. Em van agahiyên belawela komî ser hev dikin û hejmarek giştî jê derdixin û di vî warî de em jî tengasiyan dijîn. Di her lêkolîn û serlêdanên me yên ji bo girtîgehan de ji me re dibêjin ‘pêwîst e lêkolînên taybet werin kirin.’ Wisa bersivê didin me. Di derbarê rewşa girtiyan de tu agahiyek zelal nadin me. Di mijara hejmara zêdebûna girtî û hikumxwaran de hejmaran xofdar heye.” STENBOL