Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyên nexweş tevî rapora ATK’ê jî nayên berdan

Girtiyên nexweş Ergîn Aktaş, Serdal Yildirim û Abdullah Turan, tevî nexweşiyên giran û rapora ATK’ê jî nayên berdan. Rêvebera Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran da zanîn ku ev pêkanîna dewletê, îşkence ye. Onaran diyar kir ku girtiyên nexweş mijara bazariyê nînin û divê demildest bên berdan

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 457 jê giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan, hene. Hinek ji van girtiyan jî Ergîn Aktaş, Serdal Yildirim û Abdullah Turan ên li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîs a Stenbolê tên girtin in.

Têkildarî mijarê rêvebera Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran ji MA’yê bi Erdogan Alayumat re axivî. Onaran diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgeha Metrîsê, li ser jiyana girtiyan metirsî ye û wiha domand: “Ergîn Aktaş bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê sewqî Girtîgeha Metrisê hate kirin. Aktaş ji ber dermankirina şaş, bi nexweşiya tuberkulozê ketiye. Ji roja Aktaş hatiye Metrîsê heta niha jî di nava şert û mercên nebaş de tê dermankirin. Divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyên baş bên dermankirin. Me ji bo Aktaş, serî li wezareta dadê, midûriyeta girtîgehan, saziya mafên mirovan a bajêr û dozgeriya komarê da. Lê serlêdanên me nehatin bersivandin.”

‘Bêyî alîkariya hin kesan nikarin bijîn’

Di berdewamê de jî Onaran bal kişand ser rewşa girtî Abdullah Turan û Serdal Yildirim û ev agahî dan: “Turan heta stûyê xwe felc e. Nikare bêyî alîkariya kesekî bijî. Yildirim jî ji navtenga xwe heta jêr ve felc bûye. Lê piştî qezayê, platîn xistine mazmazkên wî. Dema birin nexweşxaneyê, platîn ji cih derket. Divê bê emeliyatkirin. Ev her sê girtî jî bêyî alîkariya hin kesan nikarin bi tena serê xwe bijîn. Her sê jî di heman qawîşê de ne.”

‘Divê bi lezgînî bên dermankirin’

Bi domdarî jî Onaran got ku dewlet li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê îşkenceyê dike û wiha pê de çû: “Ger ku ev îşkence nebe, wê demê ev çiye gelo? Ragirtina girtiyan a di nava şert û mercên xerab de, li gel kîn û nefretê, îşkence ye. Feraseta ‘Bimirin û ji vir herin’ e. Tevî raporên ATK’ê jî ev her sê girtî nayên berdan. Ev nêzikatiyekî dermirovî y e. Destekê Ergîn ji enîşkê ve nîne. Ji roja hatiye binçavkirin heta niha wiha ye. Piştre protez xistin milê wî lê pir mezinin. Nikare bi kar bîne. Serdal jî divê bê emeliyatkirin û platîna wî bê nûkirin. Lê bijîşk emeliyat nakin û dibêjin ‘Ji ber ku şert û mercên girtîgehê hîjyenîk nînin, em nikarin te emeliyat bikin.’ Abdullah jî heta stûyê xwe felc e û divê bi rêk û pêk bê dermankirin û egzersîzan bike. Lê dermankirina wê dereng tê xistin.”

Girtiyên nexweş bi xwe cilên xwe dişûn

Herî dawî jî Onaran wiha got: “Şert û mercên girtîgeha Metrîsê nebaş in. Cilşoya girtîgehê naxebite û girtî ji neçarî kincên xwe bi destan dişon. Lingên Ergîn û destên Serdal baş in. Yek pê li kincan dike û yê din jî diguvêşe. Bi vî awayî cilên xwe dişûn. Ev şermekî mezin e. Divê mijara girtiyên nexweş demildest çareser bibe. Mijara bazarê nîne. Ev helwesta dewletê, îşkence ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar