Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyê Dêrîn: Ger kurd bûbûna yek tu kesî nedikarî bi komî wan bikuje

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Evdile Ûsiv Silêman ku li Roboskê dijî anî ziman ku wî ne ji bo partiyan, ji bo gelê kurd û xaka Kurdistanê xizmet kiriye. Silêman da zanîn ku ger kurdan yekitiya xwe ava bikira, li Roboskê 34 zarokên wan, li Başûrê welat Enfal û li Bakur û Rojava jî kurd bi komî nedihatin kuştin

Mijara yekitiya neteweyî ya gelê kurd, bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re careke din bû rojev. Têkildarî mijarê yek ji Pêşmergeyên Dêrîn ê li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê Evdile Ûsiv Silêman axivî. Silêman di sala 1976’an de li başûrê Kurdistanê pêşmergetî kir û niha ji bo yekitiya kurdan bang dike.

Evdile Ûsiv Silêman anî ziman ku ji bo parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê, di sala 1982’yan de sînor derbas kir û tev li refên pêşmergeyan bû. Silêman diyar kir ku ji bo xaka Kurdistanê şer kir û wiha domand: “Niha dîsa êrîşê xaka Kurdistanê dikin. Ji bo bersivdayîna van êrîşan divê kurd bibin yek. Heta ku dereng jî mane. Kurdistan bêyî daxwaza kurdan kirin çar parçe. Êrîş li ser kîjan parçeyê dibe bila bibe, divê kurd kurd berê xwe bidin wir û berevaniya xaka xwe bikin. Em niha li Roboskê ne û li Duhokê mirovên me hene. Li ser kîjan parçeyê talûke hebe, divê em berê xwe bidin wir.”

Bang li hemû kurdan kir

Di berdewamê de jî Silêman bi lêv kir ku gelê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng û krîtîk re derbas dibe û wiha pê de çû: “Êdî hemû cîhan kurdan nas dike. Yekitiya neteweyî daxwaza hemû kurdan e. Divê em vê derfeta dîrokî bi kar bînin. Ez bang li hemû kurdan, li hemû sazî, partî û rêxistinên kurdan dikim ku bên ba hev û çareyekî bibînin. Kurd êdî hêzeke pêşeng in û bala hemû cîhanê dikişînin ser xwe.”

‘Ez niha jî amade me ku ji bo Kurdistanê xizmetê bikim’

Silêman got ku parçebûn li kurdan nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî weke her kesî doza heqên xwe yên rewa dikin. Bi salan min xizmet li Başûr û Rojhilat kir. Min ji bo partî û rêxistinan xizmet nekir. Ji bo xaka Kurdistanê min xizmet kir. Niha jî ku ji min were xwestin li kuderê be ez amade me. Her kes divê berjewendiyên xwe yên şexsî bide aliyekî û ji bo tifaqê bê gel hev. Heke hem nebin hevalbendên hev, em ê zêdetir bên kuştin. Her kes wê xaka me dagir bike. Ji ber vê yekitî ji bo me mîna nan û avê hewce ye.”

‘Ger em bibin yek em dikarin bi ser bikevin’

Herî dawî jî Silêman ev tişt anî ziman: “8 sal berê di 28’ê kanûnê de 19 jê zarok 34 mirovên me ji hêla dewleta tirk ve hatin kuştin. Heke tifaqa xwe me çêbikra, dê zarokên me li ser xaka xwe nehatana kuştin. Ji bo ku em nebûne yek, kurd li her deverê têne kuştin. Heke em yek bûna, li Başûrê welat Enfal, li Bakur û Rojava kurd bi komkujiyan nedihatin kuştin. Ji ber vê kurd beriya her tiştî divê tifaqa xwe çêbikin. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî çêbikin, em dikarin bi ser bikevin û êrîşan bişikînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar