Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin hene lê di asta diyalogeke cidî de nînin’

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hisên Ezam got ku hemû civînên ku beriya Rêveberiya Xweser hatin lidarxistin, têk çûne. Ezam diyar kir ku di navbera wan û rejîmê de jî hevdîtin hene lê hêj negihiştine asta diyalogên cidî

Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re, bi pêşengiya gelek dewletên ku tev li aloziya Sûriyeyê bûn, ji adara sala 2011’an ve bi dehan civîn û kongre hatin lidarxistin. Lê hemû jî bêencam man û aloziya Sûriyeyê çareser nekir. Rêveberiya Xweser jî ji roja destpêka damezirandina xwe heta niha her tim banga diyalogên cidî yên navxweyî dike. Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hisên Ezam ji ANHA’yê bi Şînda Ekrem û Ehmed Semîr re axivî.

Hisên Ezam da zanîn ku beriya niha Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) projeya diyaloga sûrî-sûrî pêşkêş kiribû û wiha got: “Di mijdara sala 2018’an de komxebatek li dar xist. Gelek kesayetên siyasî û lêkolîner ên cîhanî û sûriyeyî tev li komxebatê bûn. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hewcehî bi diyalogê heye. Sûriye tenê dikare bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk ji vê aloziyê derkeve. Divê ev diyalog ji civîn û ajandayên hêzên cîhanî dûr bin.”

Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînan

Di berdewamê de jî Ezam ev tişt anî ziman: “Ji sedî 30 a xaka Sûriyeyê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate rizgarkirin. Rêveberiya Xweser nûnertiya zêdetirî 5 milyon mirovan dike. Lê dîsa jî ji tevahiya kongre û civînên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hatin dûrxistin. Hinek alî hewl didin me ji civînên navneteweyî û komîteya destûrî dûr bixin. Ev civîn xizmetê ji hewldanên çareseriyê re nakin. Li gorî ajandayên hêzên derve ne û xizmetê ji wan re dike. Bû dûrxistinê re çareserî nepêkane. Divê em di çareseriyê de şirîk bin.”

Hevdîtinên bi rejîmê re

Piştre jî Ezam bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên xwe çareseriyê asteng dike. Ezam wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser ji bo lihevkirinekê bi rejîmê re di nava hewldanan de ye. Hikûmeta Şamê dixwaze diyalogê tenê bi kurdan re deyne. Lê Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Divê çareserî ji bo hemû gelan be. Ji bilî vê em tu çareseriyên din qebûl nakin. Di navbera me û rejîmê de lihevkirin û nêrîn hene. Lê em nigihiştine asta diyaloga cidî û avaker.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar