Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Endamên Heşdî Şebî li ber sefaretxaneya DYA’yê vekişiyan

Alîgirên Heşdî Şebî ku di roja sêşemê de bi ser sefaretxaneya DYA’yê ya Bexdayê de girtibûn, li ser banga Heşdî Şebî ji ber deriyê sefaretxaneyê vekişiyan. Lê alîgirên Tugayên Hîzbullah li ber sefaretxaneyê çalakiya xwe didomînin

Bi hezaran milîsên Heşdî Şebî yên alîgirên Îranê, di roja sêşemê de êrîşî sefaretxaneya DYA’yê ya Bexdayê kirin. Di sala 1979’an de li Tehranê û di sala 2012’an de jî li Lîbyayê Bîngaziyê çalakgeran bi ser sefaretxaneyên DYA’yê de girtibûn.

Li Herêma Kesk bi giştî tevdîrên jidiyayî yên ewlehiyê têne girtin. Piştî ku di roja sêşemê de bi hezaran kes ketin herêmê, herêm di roja çarşemê de ji bo ku li çalakgerên nû were girtin, hate girtin. Bi sedan kesên ku li hundir man, çalakiya rûniştinê ya li ber sefaretxaneyê domandin. Di roja sêşemê de milîsên Heşdî Şebî û alîgirên wan kevir avêtin sefaretxaneyê, alayên Amerîkayê şewitandin û dirûşmên ‘Ji Amerîkayê re mirin’ berz kirin.

Bi kamyonan nivîn anîn ber sefaretxaneyê

Ji bo ku çalakî were domandin, bi kamyonan nivîn û amûrên din anîn cihê çalakiyê. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hê jî mudaxaleyî çalakvanan nekiriye. Hêzên amerîkî ji bo demekî kurt gazên bombeyên avêtin.

Hinek kom vekişiyan

Alayên spî yên Heşdî Şebî û alayên zer ên Tugayên Hîzbûllahê bi deriyê sefaretxaneyê ve hatine daliqandin. Piştî nîvro jî Heşdî Şebî bang li alîgirên xwe kir ku ji ber sefaretxaneyê vekişin. Lê hate gotin ku Tugayên Hîzbullahê ku baskê radîkal ê Heşdî Şebî ye, dê li wir bimînin. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar