PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Di heft salan de herî kêm 419 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) daneyên xwe parve kirin. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, di nava salên 2013 û 2019’an de herî kêm 419 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di nava 11 mehên dawî de jî herî kêm 60 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane

Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe weşand. Li gorî daneyan, heta mijdara 2019’an, di 11 mehên dawî de herî kêm 60 zarokên karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di nava salên 2013 û 2019’an de herî kêm 419 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporê, di 11 mehan de hezar û 606 karker bûn qurbana kar. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 jî ji zarokên welatin. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan duqat tê binpêkirin. Li gorî dane û raporên sendîka û meclisên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha mijdarê de 126 karker bûn qurbana kar. Di 11 mehên sala 2019’an de hezar û 606 karker bûn qurbana kar.

Eroglu kete ceryanê û jiyana xwe ji dest da

Şeş sal berê di 31’ê cotmeha 2013’an de li Nexweşxaneya Taybet a Doga ya Esenyurtê zarokê bi navê Eren Eroglu (17) dema tabela dadiliqand bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da. Bavê Eren, Erdînç Eroglu anî ziman ku bi ser kuştina kurê wî 6 sal derbas bûne û wiha got: “Heta niha di dozê de çar caran rapora kesên pispor hatiye amadekirin. Heft caran heyeta dadgehê hate guherandin. Heft caran dozger hate guhertin.”

‘Ye herî zêde min diêşîne ew e ku min sûdar dikin’

Di berdewamê de jî Eroglu diyar kir ku rayedarên nexweşxaneyê ji bo ku dozê veneke, jê re pere teklîf kirine û wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoya dozê de tişta herî zêde min diêşîne, wekî ku ez sucdar bim nêzî min dibin. Cara ewil dema ez çûm qereqolê ev muamele nîşan dan. Heta sê rojan polîsan lêpirsîn nekir. Piştî em çûn qereqolê em tawanbar kirin. Dema kurê min bi ceyranê ve zeliqî, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Wê demê jiyana xwe ji dest dabû. Lê gotin; ‘Li beşa venêrtina zêde’ jiyana xwe ji dest daye. Karsazan 200-300 hezar TL pere xwestin bidin min. Xwestin ku ez dozê venekim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar