Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xelîl: Berxwedana gelê me hişt ku hêzên hegemonîk bi me re têkiliyan deynin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl anî ziman ku wan di sala 2019’an de ji bo ku civak bigihije asta zîhniyeta rêxistinî û demokratîk, xebat meşandin. Xelîl diyar kir ku dewleta tirk û hêzên hegemonîk xwestin herêmên rizgarkirî dagir bikin û gelê herêmê jî bi hemû hêza xwe li ber xwe daye. Xelîl got ku ji ber vê berxwedana gel jî hêzên hegemonîk neçar man ku bi nûnerên wan re têkiliyan deynin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl rewşa siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî ya sala 2019’an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê bi Mûstafa Çoban re nirxand.

Aldar Xelîl anî ziman ku sala 2019’an ji bo têkoşîna demokratîk a li Kurdistanê û Sûriyeyê saleke gelekî girîng bû û wiha got: “Di nava vê salê de aşkera bû ku di serî de dewleta tirk, hêzên dagirker hemû bi çi rengî dixwazin destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin. Di heman demê de ji bo parastina destkeftiyan û danasîna van destkeftiyan û rastiya şoreşa demokratîk ji raya giştî ya navneteweyî re pêvajoyeke gelekî girîng bû.”

‘Civak di hêla zîhniyeta demokratîk de hat birêxistinkirin’

Di berdewamê de jî Xelîl diyar kir ku ji bo ku civak bigihêje asta zîhniyeta rêxistinî û demokratîk xebat hatin kirin û wiha dom kir: “Ango sala 2019’an bû saleke têkoşîn û berxwedana demokratîk û encamên mezin ên vê têkoşînê. Çawa li Baxozê bidawîbûna DAIŞ’ê hate ragihandin, di heman demê de ji bo pêşîlêgirtina li dagirkeriyê jî kar hatin kirin. Di sala 2019’an de bi nûnerên civaka navneteweyî û hêzên demokratîk re karê dîplomatîk hatin kirin û ji bo danasîna rastiya Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke girîng bû.”

‘Xwestin herêmên rizgarkirî dagir bikin’

Bi domdarî jî Xelîl destnîşan kir ku sala 2019’an bi bernameyeke tijî û bûyerên girîng derbas bû û wiha pê de çû: “Di dawiya sala 2019’an de xwestin ku herêmên hatin rizgarkirin û sîstema demokratîk lê hate avakirin hemûyan dagir bikin. Li dijî herêma me êrîş hatin kirin. Li dijî êrîşan ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî û rêxistinî ve berxwedaneke bêhempa hate nîşandan. Bi vê berxwedanê êrîş û planên dagirkeran û alîgirên wan hatin têkbirin. Weke ku xwestin, weke ku plankirin nebû. Ango mirov dikarin bêjin ku bûyerên di sala 2019’an de qewimîn bi salek beriya wê ve girêdayî bûn. Ev pêvajo hîn bi dawî nebûye û dê di sala 2020’î de jî dewam bike.”

Xebatên di qada dîplomasiyê de

Aldar Xelîl bal kişand ser têkiliyên dîplomatîk jî û ev nirxandin kir: “Kurd û gelên herêmê yekemcar di dîroka xwe de di vê astê de têkiliyan datînin. Ango di pêvajoya şoreşê de sîstema ku nûnertiya civakê dike gihîşt heta astekê. Beriya niha nehatiye dîtin ku di vê astê de li nava civaka navneteweyî bûye xwedî rol û bandor. Di dîrokê de yekemcar ev yek pêk hat. Nasnameya sala 2019’an diyarker bû. Mînak, dema ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li dijî me dest pê kirin, civakên li derdora me û biyanî, parêzvanên mafên mirovan, aştî û azadiyê hemû li gel me cihê xwe girtin û li ber êrîşên dagirkeriyê rabûn. Ev yek ji ber xwe ve nebûn. Ger beriya wê kar nehatibûya kirin, beriya wê rastiya me nehatibûya vegotin wê helwestek alîgiriya me nîşan nedabûna.”

‘Bi dewletên hegemonîk re hevdîtin hatin kirin’

Xelîl daxuyand ku di heman demê de bandora têkiliyên fermî yên sîstemê jî hene û wiha derbirî: “Ango têkiliya ku bi dewletan re hatiye danîn nabe ku ji nedîtî ve bên. Ev dewlet (dewletên xwedî bandoreke xurt in) di nava biryarên navneteweyî de dewletên sereke ne. Bi van dewletan re jî hevdîtin hatin kirin. Tevî ku ne li gorî sîstemê, dagirkeran jî bûn hin rastî ji wan re hatin nîşandan. Dewletên hegemonîk ên li tevahiya herêmê bi bandor in jî neçar man ku bi nûnerên şoreşa me re hevdîtinan bikin, têkiliyan deynin. Her wiha navendên biryardanê yên li dijî mafên gelan jî ji bo têkiliyan deynin gelek caran neçar man ku biryarê bidin. Nûnerên gelên herêmê û şoreşa me ya demokratîk çûn van navendan û nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Ev hemû encama têkiliyan bûn. Di van têkiliyan de me tu carî li gorî hesabê aliyên din danûstandin nekirin. An jî di berdêla aliyekî de me bi aliyekî din re hevdîtin nekir. Em her tim li ser xeta sêyemîn man. Bi her kesî re têkilî hate danîn.”

Dagirkirina Efrînê

Piştre jî Xelîl bal kişand ser dagirkirina Efrînê û ev tişt anî ziman: “Gelê me yê Efrînê di sala 2019’an de berxwedaneke bêhempa nîşan da. Gelê Efrînê heta niha ji Efrînê dûr neketiye û ji bo ji raya giştî ya navneteweyî re bêje ‘binêrin, ez li derveyî bajarê xwe me, bajarê min dagirkirî ye û ez vê dagirkeriyê qebûl nakim’ li ser sînorê Efrînê li binê konan in. Ev helwesta gel dike ku hebûna Efrînê bikeve rojeva tevahiya dinyayê. Di heman demê de berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) heta niha dewam dike ku ji jin û mêrên Efrînê pêk tên. Rojane çalakiyên leşkerî dikin. Di hevdîtinên dîplomatîk hemûyan de mijara sereke Efrîn bû. Em bi bawer in ku dê bi hêz, biryardarî û israra xurt a gel dê Efrîn bê rizgarkirin.”

‘NY’yê planên Erdogan erê kir’

Xelîl êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî nirxand û wiha got: “Armanca dewleta tirk ne tenê dagirkirina van her du bajaran e. Niha jî dixwazin vê plana xwe dewam bike. Bi rengekî aşkera plana xwe got. Li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de Erdogan neşxeya Sûriyeyê nîşanî her kesî da. Ji Cerablusê heta Dêrikê xetek îşaret kir. Gotibû, ‘Ez ê vê herêmê bi temamî werbigirim’. Her kesî jî pejirand. Lê belê nikare temamiya van planên xwe pêk bîne. Erdogan û Trûmp li pêşberî vê berxwedanê neçar man ku ‘agirbest’ê ragihînin. Di serî de gelê me yê Kurdistanê û gelên dinyayê her kes li ber vê rewşê rabûn. Çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Yekitiyek afirî. Ne tenê gelê kurd, gelên li Kurdistanê hemû tev li vê berxwedanê bûn.”

‘Gelê ereb jî tev li berxwedanê bû’

Têkildarî tevlêbûna pêkhateyên din a ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Xelîl ev tişt destnîşan kir: “Bi vê yekê re rastiya neteweya demokratîk derkete holê. Gelê ereb tevî kurd û suryanan tev li vê berxwedanê bû. Ji Dêrazorê, Şedad û Reqayê ciwan li otobusan siwar bûn û berê xwe dan Serêkaniyê û Girê Spî û tev li şer bûn. Ev yek nîşan dide ku projeya Neteweya Demokratîk gihîştiye armanca xwe. Di heman demê de li derve jî (Kurdistan û derveyî Kurdistanê) çalakî pêk hatin. Ji bo çalakiyên li Ewropayê heta niha tenê kurd tev li dibûn. Lê belê vê carê gelên li her welatî tev li çalakiyan bûn.”

‘Em dagirkeran qebûl nakin’

Herî dawî jî Aldar Xelîl ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker her çend li qadeke erdnîgarî bi pêş ve çû be jî, berxwedan dewam dike. Em herêma xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku bi pêş ve biçin. Em dagirkeriyê qebûl nakin. Şertê me yê esasî ew e ku dagirker li welatê me nemînin. Ji Bab, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirker ji xaka me derkevin. Têkoşîn û berxwedana me ya di vê çarçoveyê de dewam dike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar